Kemal Kiliçdaroglu: Eger Demîrtaş li derve bûya bûyerên terorê dê biqediyana

28-05-2024
RÛDAW
Kiliçdaroglu piştî serdana Demîrtaş axivî
Kiliçdaroglu piştî serdana Demîrtaş axivî
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kemal Kiliçdaroglu piştî serdana Selahettîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli ji rojnamegeran re got ku Demîrtaş rêberê siyaseta sivîl e.

Kiliçdaroglu herwiha got, “Eger Demîrtaş li derve bûya ez bawerim ku dê bûyerên terorê biqediyana.”

Serokê berê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu îro li Girtîgeha Edîrneyê hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahettîn Demîrtaş û hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli ziyaret kir.

Piştî serdanê Kemal Kiliçdaroglu ji rojnamegeran re axivî û da zanîn ku Selahettîn Demîrtaş rêberê siyaseta sivîl e.

Kiliçdaroglu da zanîn ku bi her du siyasetmedaran re li ser siyaseta cihanê û Tirkiyeyê axivî.

“Divê em rêzê li nêrînan bigirin”

Kiliçdaroglu behsa cezayên li ser Demîrtaş kir û got:

“Hat destnîşankirin ku birastî jî ji bo aştî, aramî, bi hev re jiyanê siyaseta sivîl çiqasî girîng e.

Lewra me di vê çarçoveyê da hevdîtinek û nirxandinek kir.

Helbet ez naxwazim li Tirkiyeyê ti kes ji ber fikrên xwe bikeve girtîgehê. Em rêzê li nêrîna wan digirin.  

Em bi nêrîna wan razî bin an nebin, ev tiştekî cuda ye.

Îfadekirina bîr û ramanan gelekî girîng e di demokrasiyên de ev yek neçar e, divê ev wisa be.

Her du hevalên me yên hêja jixwe dizanin ku ez çiqasî di warê siyaset û çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê de samîmî me.

Wê demê hikûmetê li ser bûyerên terorê dixwest destûrê bi rêya referandûmê biguherîne.

Vê yekê dê pirsgirêkên pir mezintir biafiranda û me pêşî lê girt.

‘Zimanekî nû yê siyaseta sivîl heye’

Li Tirkiyeyê zimanekî nû yê siyaseta sivîl heye. Di vê çarçoveyê de ku li Tirkiyeyê gelên di nava aştiyê de dijîn, di navbera me de ti cudabûn nîne.

Em dikarin ramanên xwe bi hêsanî îfade bikin. Hevalên me jî fikarên xwe yên derbarê ciwanên diçin derveyî welat anîn ziman.

‘Heta ku Tirkiye demokratîk nebe, normalîzebûn çênabe’

Heta ku Tirkiye demokratîk nebe, normalîzebûn çênabe.

Eger Tirkiye demokratîk bibe dê hingê normalîzasyon dê çêbibe.

Eger hûn hîn jî sîstema otorîter biparêzin, hûn bixwazin jî demokratîkbûn pêk nayê.

“Ez girtina Demîrtaş rast nabînim”

Kiliçdaroglu li ser pirsa "We berê Demîrtaş ziyaret nekiribû gelo divê em vê bi cezakirina wî ya bo Kobaniyê re têkildar bikin, çi bandora wê li ser siyaseta Tirkiyeyê heye ku Demirtaş li derve nîne?" a nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk jî wiha got:

"Eger Demîrtaş li derve bûya dê pêşiya siyaseta sivîl gelekî rehetir vebûya û ez bawerim ku dê bûyerên terorê jî biqediyana.

Ji ber wê ez bi tu awayî rast nabînim ku Demîrtaş di girtîgehê da ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst