Kiliçdaroglu diçe serdana Selahattîn Demîrtaş

28-05-2024
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Selahattîn Demîrtaş Serdan Edîrne Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) îro li girtîgeha Edirne ya Tirkiyeyê diçe serdana Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

Kemal Kiliçdaroglu êvara 27ê Gulanê di bernameyeke zindî ya televizyonê de got ku ew dê 28ê Gulanê here serdana Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê Selçuk Mizrakli.

Li ser rexneyên ku di dema serokatiya wî de ji bo rakirina parêzbendiya parlamenteran hinek parlamenterên partiya wî dengê “belê” dane, Kilçdaroglu got:

“Birêz Selahattîn ku îro di girtîgehê de ye, ev karesateke yasayî ye."

Derbarê 42 salan cezayê girtîgehê yê ku li Demîrtaş hatiye birîn de jî Kiliçdaroglu got:

“Erdogan bi taybetî wî di girtîgehê de dihêle, çima? Ji ber ku got 'Em te nakin serok', tenê hewqas. Ma birêz Selahattîn çi kiriye, ma çek hilgirtiye?”

Rakirina parêzbendiyan

20ê Gulana 2016an bi dengên fraksyonên AK Partî û MHPyê û hinek parlamenterên CHPyê madeya 83yan a Destûra Bingehîn ya Tirkiyeyê hat sererastkirin ku taybet bû bi rakirina parêzbendiya palementeran.

Ji AK Partiyê 29, MHPê 10, CHPyê 55 û HDPê 53 parlamenter û tevî parlamentereke serbixwe parêzbendiya wan hat rakirin.

Ji 148 parlamenterên ku parêzbendiya wan hat rakirin, tenê mafê parlamenteriyê yê parlamenterên HDPyê ji wan hat standin.

8 parlamenterên HDPyê ku Hevserokên HDPyê yên Berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de ne xistin girtîgehê.

11 parlamenterên din ên HDPyê ji ber biryarên girtinê û dewamnekirinê mafê wan ê parlementeriyê ji wan hat standin.

Doza Kobaniyê

Doza 108 siyasetmedarên Kurd a ku bi navê “Doza Kobaniyê” dihat zanîn bi cezayên giran bi dawî hat.

Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê 16ê Gulanê di rûniştina 83yan a dozê de Selahattîn Demîrtaş bi 42 salan, Fîgen Yuksekdag bi 33 sal 3 mehan, Amet Turk bi 10 salan û bi dehan siyasetmedarên din jî bi dehan salan ceza kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst