Putîn pîrozbahî li Erdogan kir

28-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Erdogan Putin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn bi peyamekê ji ber sekeftina wî ya di hilbijartinê de pîrozbahî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir.

Kremlînê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ji bo serkeftina wî ya hilbijartinê, ji Serokomarê Tirkiyê Recep Erdogan re peyam şand.

Putîn di peyama xwe de dibêje: "Serkeftina we nîşaneya xurtkirina serweriya dewletê û hewldana we ya şopandina polîtîkayeke dereke ya serbixwe ye ku gelê Tirkiyeyê piştgirî da we."

Putîn spasiya Erdogan kir ku têkiliya dostane ya navbera Tirkiye û Rûsyayê xurt kiriye û ji bo feydeya her du welatan piştgirî daye tevkariyê û wiha berdewam dike, "Di mijarên dualî, herêmî û rojeva navneteweyî de em amade ne û piştrast dikin ku diyaloga xwe ya avaker bidomînin."

Putîn destnîşan kir ku, ew girîngiyê didin çêkirina Santrala Hêza Nukleerê ya Akkuyuyê û li Tirkiyê avakirina navendeke gaza siruştî.

Putîn ji bo serkeftina hilbijartinê Serokomar Erdogan pîroz kir û wiha dewam kir, "Dostê min ê bi qedr û qîmet ji bo ku hûn cardin wekî Serokomar hatin hilbijartin, ez we ji dil û can pîroz dikim û ji kerema xwe vê pîrozbahiya min qebûl bikin. Ez ji we re serkeftin dixwazim û hêviya tenduristî û aramiyê dikim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst