5 bajarên ku Erdogan û Kiliçdaroglu dengên herî zêde lê wergirtine!

29-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Erdogan Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encamên gera duyem a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê ku duh hatin kirin diyar bûn. Li gorî encamên nefermî, parêzgehên ku her du berbijêran lê herî zêde deng wergirtine jî eşkere bûn.

Serokê YSK Ahmet Yener roja Yekşemê ragihandibû ku ji sedî 99,43ê sindoqên navxwe hatine vekirin û li gorî encamên nefermî Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinê de bi ser ket.

Ahmet Yener diyar kir ku rêjeya dengên Erdogan ji sedî 52,14 û rêjeya dengên Kiliçdaroglu jî ji sedî 47,86 e û go, “Di encamên ku hîn bi temamî nehatine diyarkirin de hat dîtin Birêz Recep Tayyîp Erdogan wek Serokkomar hatiye hilbijartin.”

Li aliyê din parêzgehên ku Serokomarê hilbijartî Erdogan û berbijêrê serokomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu herî zêde deng lê wergirtine jî hatin eşkerekirin.

Bajarên ku Erdogan dengên herî zêde lê wergirtiye:

Bayburt: Ji sedî 82,45

Gumuşhane: ji sedî 78,54

Çankiri: Ji sedî 76,76

Yozgat: Ji sedî 76,36

Rîze: Ji sedî 75,86

Bajarên ku Kiliçdaroglu dengên herî zêde lê wergirtine:

Dêrsim: Ji sedî 82,81

Şirnex: Ji sedî 76,29

Colemêrg: Ji sedî 72,09

Amed: Ji sedî 71,61

Kirklareli: Ji sedî 68,42

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst