Serok û serkirdeyên cîhanê pîrozbahî li Erdogan kirin

29-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Gelek serokên dewletan ji ber serketina wî ya di gera duyem a Hilbijartina Serokomariyê de pîrozbahî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kirin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dengdêr îro ji bo gera duyem a hilbijartinên serokomariyê çûn ser sindoqan. Li gor encamên destpêkê yên ne fermî Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan biser ket.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener ragiahnd: "Rêjeya vekirina sandoqan ji sedî 99,43 ye, Birêz Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 52,14 a dengan û Birêz Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 47,86 a deng wergirtiye."

Amerîka

Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku li gor encamên destpêkê yên Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê (YSK) cardin ji bo wê postê hat hilbijartin, pîroz kir.

Biden li ser Twitterê daxuyanî da û wiha got, "Ez Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganê ku cardin hat hilbijartin, pîroz dikim. Wekî hevpeymanê NATOyê ez li benda wê rojê me ku em li ser mijarên dualî û li ser dijwariyên kurewî yên hevpar bi hev re xebatên xwe bidomînin."

Almanya

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî Erdogan  pîroz kir.

Serokwezîr Scholz di daxuyaniya xwe ya ji ser Twîtterê da got ku "Almanya û Tirkiye hevkarên nêz û hevalbendên hev in, di heman demê da em xwedî peywendiyên aborî û civakî yên xurt in. Ez ji ber ku ji nû va hat hilbijartin Serokomar Erdogan pîroz dikim. Em niha dixwazin ku mijarên xwe yên hevpar bi lezîneke nû pêş bixin."

Rûsya

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn bi peyamekê ji ber sekeftina wî ya di hilbijartinê de pîrozbahî li Erdogan kir.

Kremlînê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ji bo serkeftina wî ya hilbijartinê, ji Serokomarê Tirkiyê Recep Erdogan re peyam şand.

Putîn di peyama xwe de dibêje: "Serkeftina we nîşaneya xurtkirina serweriya dewletê û hewldana we ya şopandina polîtîkayeke dereke ya serbixwe ye ku gelê Tirkiyeyê piştgirî da we."

Putîn spasiya Erdogan kir ku têkiliya dostane ya navbera Tirkiye û Rûsyayê xurt kiriye û ji bo feydeya her du welatan piştgirî daye tevkariyê û wiha berdewam dike, "Di mijarên dualî, herêmî û rojeva navneteweyî de em amade ne û piştrast dikin ku diyaloga xwe ya avaker bidomînin."

Putîn destnîşan kir ku, ew girîngiyê didin çêkirina Santrala Hêza Nukleerê ya Akkuyuyê û li Tirkiyê avakirina navendeke gaza siruştî.

Putîn ji bo serkeftina hilbijartinê Serokomar Erdogan pîroz kir û wiha dewam kir, "Dostê min ê bi qedr û qîmet ji bo ku hûn cardin wekî Serokomar hatin hilbijartin, ez we ji dil û can pîroz dikim û ji kerema xwe vê pîrozbahiya min qebûl bikin. Ez ji we re serkeftin dixwazim û hêviya tenduristî û aramiyê dikim.”

Fransa

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji ber serkeftina wî pîrozbahî li Erdogan kir.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron: "Em dê bi Serok Erdoganê ku ji ber ji nû ve hat hilbijartin min ew pîroz kir re pêşketina xwe bidomînin"

Herêma Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta serkeftina wî di hilbijartina serokkomariya Tirkiyê de, di peyamekê de pîrozbahî li Recep Tayyip Erdogan kir.

Di peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Ez bi navê Herêma Kurdistanê bi helkefta hilbijartina birêz Recep Tayyip Erdogan wek Serokomarê Tirkiyê pîrozbahiyê li wî dikim.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje: “Ez hêvî dikim ku ji bo zêdetir pêşdebirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyê de bi hev re kar bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê de got ku "Ez ji ber ji nû ve hat hilbijartin Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz dikim. Ez bê sebr li bendê me ku hevkariya me ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê da bidomînin û têkiliyên dualî berfireh bikin."

Azerbeycan

Serokwezîrê Azerbeycanê Îlham Aliyev ji ber serkeftina hilbijartinê telefonê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir, ew pîroz kir û got ew benda wî ne ku di demeke kin da bê Azerbeycanê.

Îlham Aliyev serkeftina Erdogan wek nîşaneya pêbaweriyê ya gelê Tirk nirxand.

Wî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku pêşketina berfireh a Tirkiyeyê di bin serokatiya Erdogan de dê di salên pêş de jî bidome.

Qeter

Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed jî li ser hesabê xwe yê Twitterê pîrozbahî li Erdogan kir.

Temîm bin Hemed wiha got: "Ji ber serkeftina wî, ez pîrozbahiyê li birayê xwe yê ezîz Recep Tayyîp Erdogan dikim. Di serdema nû da ez serkeftinê ji we re dixwazim. Ez hêvîdar im di vê serdemê de hûn hêviyên geşedan û refaha gelê Tirk pêk bînin. Her wiha ez hêvî dikim, têkiliyên di navbera welatên me de hêj bêhtir pêş bikevin û geş bibin."

Pakistan

Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ji ber serkeftina wî di hilbijartina serokkomariyê de pîrozbahî li Erdogan kir.

Şerîf di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê de got, "Erdogan yek ji wan çend siyasetmedaran e ku siyaseta xwe bi xizmeta giştî ve girê dide. Her wiha diyar kir ku Serokomar Erdogan sitûna hêzê ya misilmanên di bin tehdeyê de ye û ji bo mafê wan dengekî bi coş e."

Ozbekistan

Serokomarê Ozbekistanê Şewket Mîrziyoyev bi têlefonê li Recep Tayyîp Erdogan geriya û ji ber serkeftina hilbijartinê ew pîroz kir.

Mîrziyoyev Erdogan pîroz kir ku ew dîsa wek serokomar hat hilbijartin û got, ew hêvî dike encamên hilbijartinê ji bo gelê Tirk bi xêr be.

Macaristan

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban jî ji ber serkeftina wî ya hilbijartinê Recep Tayyip Erdogan pîroz kir.

Orban bi Îngilizî û Tirkî peyamek li ser Twitterê weşand û pîrozbahî li Erdogan kir.

Orban îfadeya "Ji ber serkeftina hilbijartinê ya bênîqaş, pîroz be Serokomar Recep Tayyip Erdogan" bi Îngilizî û îfadeya "Pîroz be Birêz Serokomar!" jî bi Tirkî parve kir.

Lîbya

Serokwezîrê Himûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê Ebdulhemîd Dibeyde ji ber serkeftina hilbijartinê îp Erdogan pîroz kir.

Dibeyde got, gelê Tirk careke din baweriya xwe bi wî anî.

Sirbistan

Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucîc ji ber serkeftina hilbijartinê Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.

Vucîc di peyama xwe de got ew li ser navê xwe û gelê xwe ji dil û can Erdogan pîroz dike.

Cezayîr

Serokomarê Cezayîrê Ebdulmecîd Tebbun bi hevokên Birêz Serokomar û Birayê Min ê Delal peyamek weşand.

Tebbun ji ber serkeftina wî Erdogan pîroz kir.

Misir

Serokomarê Misrê Ebdulefetah Sîsî ji ber serkeftina wî ya di tura duyemîn a Hilbijartina Serokomariyê de pîrozbahî li Tayyîp Erdogan kir.

Li gor daxuyaniya Serokomariya Misrê Sîsî got ku "Serokomar Ebdulfetah Sîsî ji ber ku hilbijartina Serokomariyê qezenc kir û ji nû va wek Serokomar hat hilbijartin ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re peyam şand."

Herwiha welatê weke Ukrayna, Iraq, Îran, Ermenistan, Îsraîl, Venezuela, Filistin, Arnavutluk, Kosova, Somalî, Gurcistan, Tunus, Belarûs, Sudan, Urdun, Bosna Hersek û, Moldova jî ji ber serkeftina wî ya di tura duyemîn a Hilbijartina Serokomariyê de pîrozbahî li Erdogan kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst