Serokê Şaredariya Bolu dîsan penaberên Sûriyeyî kirin armanc

28-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Şaredariya Bolu Tanju Ozcan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Parêzgeha Bolu ya Tirkiyê dîsan penaberên Sûriyeyî kirin armanc û got: “Pêwîst e dewlet yasayeke bilez derbixe, bi vê yasayê welatiyên Sûriyê bi taybetî mêr ên ku temenê wan di navbera 20-40 salî de bo welatê wan bên dersînor kirin.”

Roja Dûşemê 27ê Sibata 2023an Serokê Şaredariya Bolu Tanju Ozcan serdana parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê kir û piştî ji Mereşê vegeriya, li avahiya şaredariyê civîneke çapemeniyê saz kir.

Ozcan got: “Li herêma erdhejê gelek penaber hene. Gelek kesên xelkê Sûriyê yên ku dixwazin vegerin welatê xwe hene ku destûrê nadin wan vegerin. Pêwîst e bilez dewlet yasayekê derbixe. Bi vê yasayê bi taybetî mêr ên xelkê Sûriyê yên temenê wan di navbera 20-40 salî de bo welatê wan bên dersînor kirin.”

Serokê Şaredariya Boluyê ragihand ku eger derdekî wan heye bila biçin ligel Esed çareser bikin û got: “Ji bo îdeolojiya xwe pêwîst bike bila ligel Esad şer bikin. Bila li vir eware- eware negerin.”

Tanju Ozcan herwiha dibêje: “Jin û zarokên Sûriyeyî dikarin bimînin. Lê bila mêr bo welatê wan bên şandin. Êdî nanekî me yê em bi wan re parve bikin nîne. Em dê birînên xwe yên erdhejê bipêçin, an em dê berdewam mûçe bidin çekdarên Artêşa Azad?”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst