Li Muglayê erd hejiya

27-08-2023
Nîşan Erdhej Mugla Datça
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4,1 pileyan çêbû.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û erdhejên paşekî didomin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li Muglayê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej li navçeya Datçayê ya Muglayê saet 06:09an çêbûye.

AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 4,1 pile bûye.

Herwiha AFADê destnîşan kir ku kûrahiya erdhejê 57,6 kîlometre bûye.

Li aliyên din, hat ragihandin ku ji ber erdhejê ti zerer çênebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst