Li Çewlîg û Meletiyê erdhej

23-08-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Çewlîg Meletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gêxiyê ya Çewlîgê bi hêza 4,2 pile erdhejek çêbû.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî berdewam in.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) ragihand ku îro demjimêr 11.19an li navçeya Gêxî ya Çewlîgê bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbûye.

Erdhej di kûrahiya 8,47 kîlometreyan de çêbûye.

Herwiha her îro li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê jî demjimêr 10.40î bi hêza 3,6 pileyan erdhejek çêbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst