Çavuşoglu: Armanca me ew e ku koçberan bişînin herêmên Hikûmeta Sûriyê

27-05-2023
RÛDAW
Nîşan Mevlut Çavuşoglu Vegerandina Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser vegera koçberên Sûrî ji Tirkiye amaje pê da ku ew di vê mijarê de bibiryarin û got, “Ne tenê ji bo cihên ewle, em dixwazin koçberan bişînin cihên di jêr kontrola Hikûmeta Sûriyê jî. Ji bo wê jî me ligel rejimê peywendiyek kiriye. Di nav de Rûsya û Îran jî heye. Ji xwe ji bo ewlekariya Sûriyê jî paqijkirina terorê girînge, bi taybetî ji bo parçenebûna Sûriyê girîng e.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Înê 26ê Gulana 2023an di medya Tirkiyê de beşdarî weşana zîndî bû û di çarçoveya hilbijartina 28ê Gulanê de behsa polîtîkaya xwe ya li ser koçberên Sûrî kir.

Çavuşoglu diyar dike ku di hilbijartinan de rojevkirina koçberên li Tirkiye ne rast e lê mijar li hemû cîhanî pirseke girînge. Çavuşoglu dibêje. “Krîza li Sûriyê pirsgirêkeke gelekî girînge. Pirsa koçberan li hemû welatên cîhanê gelekî girînge. Ezmûneke ku mirovatî û hemû welat rûbirû mane. Wiha xûya ye dê ev pirsgirêk li cîhanê her biçe zêdetir jî bibe. Dive ev pirsgirêk baş bê birêvebirin.”

Li gor amarên Wezîrê Navxwe yê Tirkiye heta niha 553 hezar koçberên Sûrî ji bo herêmên bakurê Sûriyê û hejmareke zêde koçberên Afxanistanê û Pakistanê jî bo welatê wan hatine şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst