Almanya: Dibe ku em hinek penaberên Sûriyeyî bişînin welatê wan

Duh li 09:30
RÛDAW
Nîşan Almanya Penaberên Sûriyeyî Nancy Faeser Vegerandina Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî nêzîkî mehekê ji rûxîna desthilata Beşar Esed li Sûriyeyê, Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê ragihand dibe ku hikûmeta Almanyayê "Yasaya Parastina Takekesî" ji bo hin penaberên Sûriyeyî red bike û wan vegerîne welatê wan.

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeserê li ser penaberên Sûriyeyî ji medyaya welatê xwe re axivî.

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeserê ragihand ku hejmarek ji penaberên Sûriyeyî li Almanyayê bi rêya yasaya parastina takekesî mafê penaberiyê wergirtiye û dibe ku ew bên vegerandin ji ber ku ew rejîma ku bûbû sedem ku ew Sûriyeyî mafê penaberiyê li Almanyayê wergirin êdî nemaye.

Nancy Faeserê got, "Wekî ku di yasaya welatê me de hatiye diyarkirin, divê Nivîsgeha Federal a Penaberan û Koçberan a Almanyayê, nirxandin û lêkolînê li ser dosyeyên wan penaberên Sûriyeyî bike ku êdî pêdiviya wan bi mafê parastinê nîne û dibe ku em vî mafî ji wan bistînin, ev jî ji ber ku rewşa Sûriyeyê aramtir bûye."

Nancy Faeserê amaje bi wê yekê kir ku ev biryar tenê wan kesan digire ku mafê mayînê li ser bingeha kar yan perwerdehiya karî negirtine yan jî ew kesên ku bi dilxwazî venagerin lê ew kesên ku bi başî tevlî civaka Almanyayê bûne, kar dikin, zimanê Almanî hîn bûne û cihê xwe çespandine, dikarin bimînin.

Almanya yek ji wan 13 welatên Ewropî bû ku piştî rûxîna Beşar Esed ji bo penaberên Sûriyeyî biryara rawestandina dayîna mafê penaberiyê da.

Nancy Faeserê ragihand ku ew dê alîkarî û hêsankariyê ji wan penaberên Sûriyeyî re bikin ku dixwazin bi daxwaz û viyana xwe vegerin û ew penaberên ku pêşîneya wan a sûcdariyê heye yan tundrew in, divê yekser bên vegerandin.

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê, niha nêzîkî 975 hezar Sûriyeyî li Almanyayê dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst