Malnişîn rojeva sereke ya hilbijartinan in: ‘Tu dibêjî bîra bêbinî û pereyan nadî malnişînan!’

27-03-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Hilbijartin Malnişîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji hilbijartinên şaredariyan re 4 roj man, mîtîng û bangeşeyên partiyan berdewam dikin.

Serokên partiyên siyasî di piraniya mîtîngan de behsa mûçeyên malnişînan dikin.

Serokên partiyên siyasî ji bo hilbijartinan li qadan bi mîtîng û civînan propagandaya partiyên xwe dikin.

Yek ji mijara di rojeva serokan de mûçeyê malnişînan e ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mûçeyê herî kêm yê malnişînan 10 hezar lîreyen Tirkî ye.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel di mîtînga partiya xwe ya li Balikesîrê de siyaseta Serokkomarê Tirkiyeyê ya ji bo malnişînan rexne kir.

"Tu her car dibêjî bîra bêbinî û pereyan nadî malnişînan"

Serokê CHPyê Ozgur Ozel anî ziman:

“Îro Recep Tayyîp Erdogan derketiye dibêje, dema enflasyon bilind be, em çi bidin malnişînan, wekî bîra bêbinî winda dibe û diçe.

Tu her car dibêjî bîra bêbinî û pereyan nadî malnişînan.

Dema tu didî parlamenterê xwe naçe bîra bêbinî, tu mûçeyê xwe yê serokkomariyê zêde dikî naçe bira bêbinî lê dema tu bidî malnişînan diçe bîra bêbinî.”

Li gorî amarên fermî yên TUIKê ku 4ê mehê belav kirin, enflasyona salane ji sedî 67,07 e û vê yekê jî kelûpel biha kirine û mûçeyê malnişînan têra debara jiyanê nake.

Mûçeyê malnişînan di rojeva Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan de jî bû.

Tuncer Bakirhan di mîtînga partiya xwe ya li Îdirê de ji bo rewşa malnişînan berê rexneyên xwe da Erdogan.

“Lê dema dor tê malnişînan nîne”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî got:

“Çavkaniya darayî ji malnişînan re nîne, ji yê ku mûçeyê kêmane werdigire re nîne, ji yê dixebite re nîne lê efendî derketiye bi şev û roj dibêje şer, top û tifing.

Ji bo polîs, serbaz û cerdevanan heye lê dema dor tê malnişînan nîne.”

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan jî di mîtînga partiya xwe ya Yozgatê de diyar kir, ew dê nehêlin ku malnişîn di bin barê bilindbûna enflasyonê de bimînin.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan da zanîn:

“Me di dema deshilata xwe de ti carî karmend û malnişîn di bin enflasyonê de nedan perçiqandin û ji vir û pê ve jî em dê wan di bin enflasyonê de nedin perçiqandin.”

Li Tirkiyeyê 15 milyon û 851 hezar û 244 malnişîn hene. Malnişîn bi hêvî ne ku mûçeyên wan werin zêdekirin.

Partiyên siyasî jî di bangeşeyên xwe yên hilbijartinan de sozan didin wan û ji wan daxwaza dengan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst