Li Îzmîrê 10 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îzmîr PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmirê ya Tirkiyeyê bi hinceta “propagandaya PKKyê” 10 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê, bi hinceta ku li ser medyaya civakî “propagandaya PKKê” kiriye û “beşdarî civînên PKKê yên derveyî welat bûne” derbarê 10 kesan de biryara desteserkirinê da.

Hêzên ewlehiyê yên Îzmîrê, îro serê sibehê di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de bi ser malan de girt û 10 kes desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê 10 kesên ku hatibûn desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Îzmîrê.

Li Rêveberiya Ewlehiyê ya Îzmîrê kar û barên kesên hatine desteserkirin dewam dike.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst