Li 4 bajaran 19 kes hatin destesekirin: Hincet PKK ye

Duh li 12:24
RÛDAW
Nîşan Îzmîr PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 4 parêzgehên Tirkiyeyê bi hinceta "propaganda PKKyê" 19 kes hatin desteserkirin.

Buroya Lêpirsîna Tawanên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna dijî PKK û YPGyê de bi hinceta ku "endamên rêxistinê ne û li ser medyaya civakî propaganda kiriye" derbarê 23 kesan de biryara desteserkirinê da ku ji wan 6 kes biyanî ne.

Li ser vê yekê tîmên Rêveberiya Îstîxbarat û Fermandariya Cendirmeyan li parêzgehên Îzmîr, Antalya, Kocaelî û Konyayê operasyonên hevdem kirin.

Di encama operasyonan de 19 kes hatin desteserkirin.

Her wiha ji bo desteserkirina 4 kesên din jî operasyon berdewam dike.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê 4 xizmên wan kesên biyanî yên desteserkirî  birine Navenda Vegerandinê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst