ŞIRNEX- Bi hinceta PKKyê 7 kes hatin desteserkirin

19-09-2023
Nîşan Şirnex Desteserkirin Girtin PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi hinceta “endamtiya PKKyê” 7 kes hatin desteserkirin.

Parêzgariya Şirnexê ragihand, “Tîmên Rêveberiya Ewlehiya ya Şirnexê di navbera 11-17 Îlonê de li hemberî PKKyê operasyon kirin.”

Di “operasyonê” de bi hinceta “alîkarî û endamtiya PKKyê” 7 kes hatin desteserkirin.

Kesên hatin desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Şirnexê.

Piştî karên wergirtina îfadeyan, 3 kes bi biryara dadgehê hatin girtin û lêpirsîna 4 kesan jî berdewam dike.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst