Li Îzmîr û Kilîsê 5 kes bi hinceta PKK û YPGyê hatin desteserkirin

19-07-2024
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Kilîs PKK YPG Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Îzmîr û Kilîsê 5 kes bi hince PKK û YPGyê hatin deseteserkirin.

Serdozgeriya Îzmirê ya Tirkiyeyê bi hinceta ku li ser medyaya civakî propagandaya PKKyê kirine derbarê 7 kesan de biryara desteserkirinê da.

Di çarçoveya lêpirsînê de operasyoneke hat destpêkirin û 4 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku ji bo desteserkirina 3 kesên din jî operasyon berdewam e.

Li Kilîsê kesek bi hinceta YPGyê hat desteserkirin

Li aliyê din, li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê di encama operasyonekê de kesek bi hinceta YPGê hat desteserkirin.

Di kordîneya Serdozgeriya Komarê ya Kilîsê de tîmên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan bi îdîaya ku beşdarî çalakiyên YPGyê bûye ji bo girtina kesekî li parêzgehê operasyon daye destpêkirin.

Di encama operasyonê de kesê hatibû diyarkirin li navçeya Eliyê Mentarê ya Kilîsê hatiye desteserkirin.

Piştî karûbarên yasayî hêzên ewlehiyê ew biriye dadgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst