Stenbol (Rûdaw) – DEM Partiyê li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê di rojbûna Celadet Alî Bedirxan de bernameyeke mezin a bi beşdariya gelek kesan li dar xist.
Bername li Navenda Cemal Reşît Reyê ji hêla Komîsyona Çandê ya DEM Partiyê ve û bi piştgiriya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Enstîtuya Kurdî ve bi rê ve çû.
Bername bi lîstikeke şanoyê ya ku behsa jiyana Celadet Alî Bedirxan dike dest pê kir.
Nivîskar Firat Cewerî û Selîm Temo jî gotarên xwe pêşkêş kirin.
Salona mezin ji ber qerebalixiya zêdê têrê nekir û gelek kesan bername li ser pêyan temaşe kir.
Celadet Alî Bedirxan 26ê Nîsana 1893yan li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê ji dayik bû û 15ê Tîrmeha 1951ê li Şama paytexta Sûriyeyê koça dawî kir.
Di 58 salên jiyana xwe de Celadet Alî Bedirxan di hemû waran de xizmeteke bêhempa pêşkêşî ziman, çand û edebiyata miletê xwe kir.
Celadet Alî Bedirxan di qada çand û edebiyata Kurdî de wekî cotkarekî zeviyekê cot bike xebitî û bi berhem û xebatên xwe bû yek ji bingehdarên edebiyata Kurdî ya hemdem.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse