DEM Partî: Ji 2015an ve herî kêm 22 hezar endamên me hatine desteserkirin

18-12-2023
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Ozturk Turkdogan Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku ji sala 2015an ve herî kêm 22 hezar û 818 kesa û di 11 mehên destpêka îsal de jî 2 hezar û 906 kes di operasyonên li dijî partiya wan de hatine desteserkirin.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku berdewamiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e rapora xwe ya derbarê operasyon û binpêkirinên mafan ên ji sala 2015an ve li dijî partiya wan hatine kirin belav kir.

Di raporê de hejmara parlameneter, serokên şaredariyan, berpirs, endam û rêveberên partiyê yên ku ji sala 2015an ve hatine destserkirin û girtin cih digirin.

Rapor ji aliyê Hevberdevkê Komîsyonê Ozturk Turkdogan ve hat xwendin.

“Ji 2015an ve 22 hezar û 818 endamên partiyê hatine destserkirin”

Ozturk Turkdogan ragihand ku ji sala 2015an ve di operasyonên li dijî partiya wan de herî kêm 22 hezar û 818 endamên partiyê hatine destserkirin.

Turkdogan got: “Hevserokên giştî jî di nav de herî kêm 4 hezar û 334 kes hatine girtin.”

Herwiha Turkdogan eşkere kir ku ji Kanûna Paşîn a 2015an heta 10ê Kanûna Pêşîna 2023yan 104 hevserokên bajaran, 201 hevserokên navçeyan û hevserokeke şaredariya bajarok ya partiya wan hatine girtin.

Turkdogan wiha pê de çû, “Ji sala 2015an ve li gel hevserokên giştî 24 parlamenterên me û 30 endamên encûmena me ya Rêveberiya Navendî hatine girtin.”

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ê DEM Partiyê  destnîşan kir ku 7 parlamenter û 14 endamên encûmena rêveberiya navendî ya partiya wan hîn di girtîgehê de ne û erkê Parlamenteriyê yê 14 parlamenterên wan jî hatiye bidawîkirin.

“Niha 17 hevserokên me yên şaredariyan girtî ne.”

Ozturk Turkdogan bal kişand ser danîna qeyûman a ser şaredariyên HDPyê û destserkirina şaredarên wan û wiha berdewam kir:

“93 Serokên me yên şaredariyan ku 30ê Adara 2014an hatibûn hilbijartinê hatin girtin û qeyûm li ser 95 şaredariyên me hatin danîn.

Ji 10ê Kanûna Pêşîna 2023yan û pê ve 27 hevserokên me yên endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hîn di girtîgehê de ne.

Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2019an operasyona qeyûman ji aliyê AKPyê ve careke din dest pê kir ku bi taybet îradeya gelê Kurdistanê tine dihesibîne.

Di Tebaxa 2019an de operasyon carake din dest pê kirin û di wê pêvajoyê de 43 hevserok hatin destserkirin û qeyûm li ser 48 şaredariyan hat danîn.

Niha 17 hevserokên me yên şaredariyan girtî ne.”

Turkdogan got: “Niha dîlîtiya 44 hevserokên me yên şaredariyan berdewam dike. Ez amarên derbarê îsal de jî eşkere bikim.

Tenê di 11 mehên destpêka îsal de 72 ji wan zarok, 60 ji wan rêveberên me yên bajar û navçeyan bi giştî 2 hezar û 906 kes hatine destserkirin.

Ji van 4 zarok,  319 kes jî  hatine girtin. Herî dawî li Îzmîrê hevserokên me yên bajar hatibûn girtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst