Parlamentera DEM Partiyê: Hûn nizanin hejarî û birçîbûn çi ye

21-12-2023
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Ceylan Akça
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akçayê li Parlamentoya Tirkiyeyê ji desthilatê re got, “Hûn di bin van çirayên ku dibiriqin û îhtişama Lijneya Giştî de hejarî, birçîbûn, bêhêvî û tarîtiya kûr nabînin.”

Ceylan Akçayê doh li Parlamentoya Tirkiyeyê di dema gotûbêjên budceya Wezareta Xezîneyê ya 2024an de li ser hejariyê axivî û rexne li desthilatê girtin.

Akça dibêje, xebera desthilatê ji bazara kolanê nîne.

“Dayika min diçû paqijiya malan”

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akçayê wiha axivî:

“Hûn di bin van çirayên ku dibiriqin û luksa Lijneya Giştî de hejarî, birçîbûn, bêhêvî û tarîtiya kûr nabînin.

Ez dê ji we re wekî keseke ku hejariyeke zêde dîtiye behsa hejariyê bikim.

Ez dê wekî keçeke ku dayîka wê ji bo paqijiyê çûye malan bibêjim hejarî çiye. Hûn nizanin, binê we ziwa ye.

Hûn ne zarokên wê dayikê ne ku ji bo paqijiyê diçe malan û çaverê dike hinek cil bidin wê û hêviya pêlavekê dike ku zarokên xwe pê bişîne dibistanê.

Hûn ne zarokên wî bavî ne ku bi hêviya peydakirina karekî rojane diçe bazara hemalan.

Hûn ne zarokên wan kesan in ku ji bo xwestiye bi zimanê xwe biaxive û naxwaze bibe cerdevan ji axa xwe bo bajarên rojava hatine dûrxistin û bi birçîbûnê hatine terbiyekirin.

“Hûn li gorî amarên TUIKê pereyan didin me û li gorî amarên ENAGê pereyan ji me werdigrin”

Ji ber wê hûn ne hejariyê û ne jî neçariyê nizanin. Hûn TUIKê hêjayî me dibînin û li gorî amarên TUIKê pereyan didin me û li gorî amarên ENAGê pereyan ji me werdigrin.

Hûn li gorî bazara koşkê dijîn û em jî li gorî bazara kolanê dijîn. Ji ber wê jî ji cihê xwe gotinan ji me re nekin.

Îro dema em hatin vê derê, li Uskudarê kesekî xwe avêtibû xeta Marmarayê.

Kesekî ku hêviya jiyanê ya li vî welatî ji dest dabû xwe avêtibû ser xeta Marmarayê. Berî hûn bê şerm biaxivin li xwekuştinên ji ber aboriyê binêrin.

Li cihekî ku mirovên dibêjin em îro jî nikarin debara xwe bikin, zarokên xwe bi xwedî bikin û fikra wê ya dikin, ka herî zêde çend rojan dikarin debara xwe bikin û dayikên dibêjin `li şûna ku zarokên me ji birçîbûnan dimirin, em dê wan bi jehra mişkan bikujin` hebin, divê ev cesareta bê şermane bi we re nebe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst