DEM Partî: Polîs û leşker kirine dengdêrên gerok

20-12-2023
RÛDAW
Nîşan Mehmet Ruştu Tîryakî Hilbijartinên Şaredariyan DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Rêveberiya Herêmî ya DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî li ser sepanên veguhestina dengdêran got, “Polîs û leşker kirine dengdêrên gerok.”

Tîryakî herwiha navnîşaneyên ku dengdêr lê hatine tomarkirin parve kir.

Berbirsê Rêveberiya Herêmî û Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî li ser veguhestina dengdêran, li navenda giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da.

Tîryakî ji bo veguhestina dengdêran parêzgeha Îdir û Şirnexê wekî mînak nîşan da û got:

“Navnîşana ‘Taxa Pîr Sultan Abdal, Kolana 831, Hejmar: 5.’ Ev navnîşaneke nû ye. Li ser vê navnîşanê hezar û 450 dengdêr hatine tomarkirin.

Ji vana tenê 5 kes di hilbijartinên 14ê Gulanê de dengê xwe li navendê bikar anî bûn. Yên din jî derxistibûn ji derveyî Îdirê.”

Tîryakî navnîşana ku li ser cadeya Kazim Karabîberê ya li taxa Konakliyê ya li navenda Îdirê ye destnîşan kir û got:

“Di hilbijartinên beriya 6 mehan de navnîşaneke wisa nîne. Li ser vê navnîşanê 743 dengdêrên mêr hatine tomarkirin.

Di sîstema lêpirsîna navnîşanê de, ev cih wekî Rêveberiya Ewlehiyê ya bajêr xuya dike. Ev cihê kar e û 743 dengdêrên mêr lê hatine tomarkirin.”

Tîryakî destnîşan kir ku 186 dengdêrên ku qeyda wan li derveyî welêt xuya dikin, ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî veguhestine navenda Îdirê.

“Hilbijêrên gerok hatine amadekirin”

Tîryakî di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Eger gotin di cih de be hilbijêrên gerok hatine amadekirin. desthilata ku di serdemekê de qeydên polîs û leşkeran dida derveyî welêt, niha vediguheze bajarên cuda.

Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2019an de, HDPyê li Sêrtê bi ferqa 1 hezar û 161 dengan bi ser ket.

Bi qasî ku me eşkere kiriye, herî kêm 6 hezar dengên biguman hene. Ez qala dengdêrên xeyalî nakim lê belê bi awayekî biguman bi hezaran dengdêr veguhestine navenda Sêrtê.

Li navnîşana taxa Cengîz Topalê ya Hejmar: 4an 10 dengdêr hebûn lê niha çiqas hatiye zêdekirin? Ji sedî 20 hezar û 890 hatine zêdekirin. Li navnîşanê 2 hezar û 99 kes hatine tomarkirin.

Em qala tenê yek navnîşanê dikin. Ji van tenê 10 jê dengdêrên navenda Sêrtê ne. Yên din, ji derve anîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst