Hewlêr (Rûdaw)- Li Taxa Selçukê ya Konyayê avahiyek rûxiya û 3 kes bi saxî ji bin kavilan hatin xilaskirin.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirina 2 kesên din berdewam dikin.
Li navçeya Selçuklu ya Konyayê avahiyeke 3 qatî hilweşiya û 5 kesên Sûriyeyî di bin kavilan de man.
Li ser agahdarkirinê tîmên ekîbên AFAD, tenduristî, UMKE, polîs û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê û dest bi lêgerîn û rizgarkirinê kirin.
2 kes di bin kavilan de mane
Piştî xebatan 3 kes hatin rizgarkirin û ji bo 2 kesên tê texmînkirin di bin kavilan da mane jî xebat didomin.
Li gorî agahiyên ku Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya daye, ji 5 kesên di bin kavilan de mabûn 3 kes bi birîndarî hatine derxistin û xebatên ji bo derxistina 2 kesên din berdewam dikin.
Yerlîkaya diyar kir ku rewşa birîndaran baş e û metirsî li ser jiyana wan nîne.
Hat ragihandin ku avahî êvara înê saet 20:10an rûxiyaye.
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz da zanîn ku di avahiyê de 7 dikan û 14 daîre hene.
Hat diyarkirin ku avahî sala 1992yan ruxseta avahiyê û sala 1994an jî ruxseta îskanê wergirtiye.
Serdozgeriya Komarê ya Konyayê ragihand ku derbarê bûyerê de lêpirsînê dest pê kiriye û 3 dozger hatine erkdarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse