Tirkiyeyê 20 penaberên Sûriyeyî dersînor kirin

20-08-2023
RÛDAW
Nîşan Sûriye Tirkiye Dersînorkirin Penaberên Sûriyeyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê 20 penaberên Sûriyeyê bi rêya deriyê sînorî yê Serê Kaniyê yê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dersînor kirin.

Li gorî nûçeya malpera North Pressê, Tirkiyeyê 20 penaberên Sûriyeyî ku di nav wan de 3 jin jî hene bi zorê dersînor kirin.

Heman malperê da zanîn penaberên ku hatine dersînorkirin, şandine gundewarên Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê ku di bin dagirkeriya grûpên çekdar de ye.

Li aliyê din, roja şemiyê jî Tirkiyeyê 175 penaberên Sûriyeyî û Îraqî di deriyên Sînorî yên Girê Spî û Bab El-Hewayê re dersînor kiribûn.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst