Cevdet Yilmaz: Em dixwazin li Sûriyeya nû nûnertiya Kurdan hebe

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sûriye Kurd Cevdet Yilmaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz ragihand ku ew dixwazin nûnertiya Kurdan bi awayekî ku heq dikin li Sûriyeya nû hebe.

Doh di Komcivîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de budceya Serokkomariya Tirkiyeyê ya 2025an hat gotûbêjkirin.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz beşdarî komcivînê bû ku bi xwe jî Kurd e.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar di komcivînê de ji Cevdet Yilmaz pirsî ka helwesta wan a li beramberî Kobanî û Kurdên li Sûriyeyê çi ye?

Cevdet Ylimaz diyar kir ku ew dixwazin li Sûriyeya nû nûnertiya Kurdan hebe.

“Kurdên Sûriyeyê pêkhateyên resen in”

Yilmaz diyar kir ku ew Kurdan û PKKyê ji hev cuda dibînin û îdia kir ku PKK li wê derê zextê li xelkê dike û wiha pê de çû:

“Kurdên li Sûriyeyê, xelk û pêkhateyên resen ên wî welatî û wê erdnîgariyê ne.

Em dixwazin di Sûriyeya nû ya bê avakirin de, awayekî ku heq dikin nûnertiya Kurdan hebe, azadî û mafên xwe yên bingehîn bi awayekî herî baş bijîn û di nav aramiyê de bin.

Ew jî birayên me ne, xizm û mirovên Kurdên welatê me ne. Lewra nêzîkiyeke me ya cuda li beramberî wan ne mijara gotinê ye.

Lê li nav Tirkiye û ji derveyî Tirkiyeyê em dê xebata xwe ya li dijî terorê bi awayekî herî baş bidomînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst