Hesabê medya civakî yê Sedat Peker hat astengkirin

24-08-2021
RÛDAW
Nîşan Sedat Peker Hesab Instagram Astengkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê tawanên rêkxistî Sedat Peker ku li Tirkiyê di derbarê wî de biryara girtinê hatiye derxistin, hesabê wî yê Instagramê hatiye astengkirin.

Sedat Peker ê ku bi vîdyoyên ku xwe yên li ser YouTube tê rojevê, bikarhênerên ku dixwestin têkevin hesabê Instagramê yê Sedat Peker, bi hişyariya "Bikarhêner nehat dîtin" re rû bi rû man.

Li ser Instagramê dema kû navê Sedat Peker tê nivîsandin, hişyariya "Bikarhêner nehat dîtin" dertê pêşiya bikarhêneran.

Heta niha nehatiye zanîn sedema astengkirinê çi yê. Herwiha diderbarê mijarê de ji aliyê peker ve jî heta niha ti daxuyaniyek nehatiye dayin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst