Instagram li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dîsa vedibe

10-08-2024
RÛDAW
Nîşan Instagram Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu ragihand ku ew li gel berpirsên Instagramê gihîştin qonaxa lihevkirinê û ew platforma medyay civakî îşev saet: 21:30î vedibe.

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê danûstanên xwe yên bi berpirsên Instagramê re zanyarî da.

Abdulkadîr Uraloglu diyar kir ku ew bi bi berpirsên Instagramê gihîştin qonaxa lihevkirinê.

Uraloglu da zanîn ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îşev saet 21:30î bloka li ser Instagramê radibe.

Hefteya borî piştî daxuyaniya Serokê Ragihandina Serokkomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun ku gotibû ji ber Instagramê peyamên sersaxiya Serokê Hemasê Ismaîl Heniye rakirine “ez şermezar dikim”, Saziya Teknolojiyên Zanyarî û Ragihandinê (BTK) Instagram asteng kiribû.

Li seranserê Tirkiyeyê nêzîkî 58 milyon kes platforma medyaya civakî Instagramê bi kar tînin û tê nirxandin ku piştî hatiye qedexekirin zerara wê ya rojane 1,9 milyar lîreyên Tirkî ye.

Herî dawî di tîrmehê de platformên Wattpad û Roblox jî hatibûn qedexekirin û li gorî amarên IFODê di 3 mehên destpêka îsal de nêzîkî milyonek malper hatine qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst