HRW: Bi astengkirina Instagramê maf tên binpêkirin

10-08-2024
RÛDAW
Nîşan HRW Instagram Tirkiye Astengkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ragihand ku li Tirkiyeyê qedexekirina platforma medyaya civakî ya Instagramê binpêkirina mafên xweîfadekirinê û gihandina nûçeyê ye.

Alîkara Dîrektorê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) Deborah Brownê derbarê mijrarê de got:

“Bi giştî astengkirina platformeke medyaya civakî tedbîreke tund e ku mafê xweîfadekirin û azadiya xwegihandina nûçeyê ya bi milyonan bin pê dike.”

Herwiha Hevserokê Komeleya Azadiya Îfadeyê (IFOD) Yaman Akdeniz jî derbarê mijarê de diyar kir bêyî ku biryara dadgehê hebe astengkirina platformê “kêfî û bê pîvan e.”

Hefteya borî piştî daxuyaniya Serokê Ragihandina Serokkomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun ku gotibû ji ber Instagramê peyamên sersaxiya Serokê Hemasê Ismaîl Heniye rakirine “ez şermezar dikim”, Saziya Teknolojiyên Zanyarî û Ragihandinê (BTK) Instagram asteng kiribû.

Li seranserê Tirkiyeyê nêzîkî 58 milyon kes platforma medyaya civakî Instagramê bi kar tînin û tê nirxandin ku piştî hatiye qedexekirin zerara wê ya rojane 1,9 milyar lîreyên Tirkî ye.

Doh Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu diyar kiribû ku ew li gel berpirsên Instagramê gehiştine qonaxekê lê hê biryarek nehatiye dayîn.

Herî dawî di tîrmehê de platformên Wattpad û Roblox jî hatibûn qedexekirin û li gorî amarên IFODê di 3 mehên destpêka îsal de nêzîkî milyonek malper hatine qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst