Ji Muharrem Înce daxuyaniyeke tund

24-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Muharrem Înce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce di peyamekê de rexne li astmosfera siyasî ya li Tirkiyê girt û ragihand: “Mixabin cîhana me ya siyasetê bi komplo, derew, îftira û montajên ku bi hevkariya veşartî ya bi FETO û PKK'ê re hatine amadekirin, qirêj bûye.” Li aliyê din hat îdiakirin ku Înce dê sibê bi rêveberiya partiya xwe re bicive.

Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce yê ku demek berê nexweş bû û ji nexweşxaneyê peyamek parve kir, li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyeke nû da.

Muharem Înce di peyama xwe ya nû de dibêje:

“Siyaset ji bo rêvebirina civakê, serrastkirina xeletiyan, arastekirina civakê ber bi başiyê ve tê kirin/divê were kirin.

Mixabin cîhana me ya siyasetê; bi komplo, derew, îftira û montajên ku bi hevkariya veşartî ya bi FETO û PKK'ê re hatine amadekirin, qirêj bûye.

Di van xebatan de tu serketî nînin û em jî ne yê wendakirî ne.”

Komîteya Rêveber a Navendî ya Partiya Memleketê dê bicive

Li aliyê din hat diyarkirin ku partiya Muharrem Înce ji bo civîna sibe (pêncşemê) saet 14:00’an bang li Komîteya Rêveber a Navendî kiriye.

Li gorî nûçeya Cumhuriyetê, ji sedî 60ê xebatkarên kampîna Înce piştgiriya wê yekê dikin ku pêwîst e di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de, Înce piştgiriya xwe bo Kemal Kiliçdaroglu ragihîne.

Di raporê de hat gotin, “Piştî civîna Komîteya Rêveber a Navendî ya ku dê sibê pêk were, tê gotin ku Înce 'ger bê îqnakirin' dê bêdengiya xwe bişkîne û partiya wî dikare biryara xwe ya piştgirîkirina 'Kemal Kiliçdaroglu' eşkere bike.”

Tê payîn ku Înce piştî civîna Komîteya Rêveber a Navendî ya partiya xwe biryara xwe eşkere bike.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst