Muharrem Înce piştî encamên hilbijartinê bang li opozisyonê kir

29-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Muharrem Înce Partiya Memleket Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce ji ber serkeftina di gera duyemîn a Hilbijartina Serokomariyê de pîrozbahî li Recep Tayyip Erdogan kir.

Piştî aşkerebûna encamên hilbiajrtina serokkomariyê û serkeftina Erdogan, Serokê Giştî yê Partiya Memleket û berbijêrê serokkomariyê yê di gera yekem a hilbijartinê de Muharrem Înce peyamek belav kir.

Muharrem Înce li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand:

“Hêvî dikim ku hilbijartinên serokomariyê ku di nav aramî û gihîştîbûneke li gor welatê me de hatin kirin, ji bo welat û miletê me bi xêr û xweşî be.

Ez birêz Recep Tayyîp Erdogan ê ku li gorî encamên destpêkê ji nû ve wek Serokomar hat hilbijartin pîroz dikim û ji bo çareserkirina pirsgirêkên li welat li ser hev kom bûne, serketinê jê re dixwazim.

Ez dê di rojên pêş de li ser encamên hilbijartinê nirxandinên berfireh bikim. Ji bo niha, ez hemû muxalefetê vedixwînim ku li ser wê yekê bifikirin ku em li kuderê xelet dikin.”

 

Îro gera duyem a hilbijartina serokkomariyê li Tirkiyê hat lidarxistin û li gor daxuyaniya Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener, berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan serkeftin misoger kiriye û careke din wek Serokkomarê Tirkiyê hatiye hilbijartin.

Li gor encamên ku YSKê ragihandine, di gera duyem a hilbijartinê de Erdogan ji sedî 52,14ê dengan û Kiliçdaroglu jî ji sedî 47,86 dengan wergirtine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst