Dadgehê derbarê videoya 'PKK-Kiliçdaroglu' ya Erdogan de biryar da

26-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Dengdana Derve Dengên Ewropayê Kemal Kiliçdaroglu Recep Tayyîp Erdogan PKK Murat Karayilan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 6emîn Dadgeha Silh û Cezayê ya Enqerê hesabê ku dîmenên "PKK-Kılıçdaroglu" ku Recep Tayyîp Erdogan di pêvajoya hilbijartinê de bi kar dianî, asteng kir.

6emîn Dadgeha Silh û Cezayê ya Enqerê biryar da hesabê ku dîmenên montaj ên "PKK-Kılıçdaroglu" ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di pêvajoya hilbijartinê de bi kar dianî, bê astengkirin.

Erdogan li reklama fîlmê bi sernavê “Haydi” yê Kemal Kiliçdaroglu dîmenên Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan jî lê zêde kiribû û bikar anîbû.

Erdogan: Montaj e

Erdogan ku beşdarî weşana TRTê bû qebûl kir ku ew dîmen montaj in û got “Serokê Giştî yê CHPê pişta xwe bi PKKê ve girêdide. Vîdeoyên Kiliçdaroglu yê ku bi kesên li Qendîlê re kişandine hene. Ev hatin weşandin. Ya `Haydî, haydî`. Hema montaj hema ew hema ev. PKKyî bi vîdeoyan piştgiriyê dan vana.”

Kiliçdaroglu li dijî Erdogan doz vekiribû

Li aliyê din Kemal Kiliçdaroglu jî bi rêya parêzerê xwe Celal Çelîk 1 milyon TL doza zirara manewî li dijî Erdogan vekiribû.

Parêzer Celal Çelîk piştre ji astengkirina hesabê ku dîmenên montaj weşandibû serî li dadgehê da.

Li ser vê yekê 6emîn Dadgeha Silh û Cezayê ya Enqerê biyar da ku hesabê ku vîdeoyê parvekirbû bi hinceta ku êrîş li dijî mafên Kemal Kiliçdaroglu yên şexsî kiriye bê astengkirin.

Biryar ji bo parvekirin bê astengkirin ji Yekîtiya Dabînkeriya Gihandinê re hat şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst