Serokomarê Îranê Reîsî li Enqereyê ye

24-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Reîsî Îran Tirkiye Civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye-Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi mebesta hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û beşdarbûna 8emîn Civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye-Îranê çû Enqereyê.

Balafirê Reîsî û şandeya pê re saet 13:54an li Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê danîn.

Reîsî li Balafirgeha Esenbogayê ji aliyê Hevserokê Komîsyona Têkel a Aboriyê ya Tirkiye-Îranê (KEK) û Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Tirkiyeyê Osman Aşkin Bak, Alîkarê Waliyê Enqereyê Metîn Selçûk, Wezîrê Petrolê yê Îranê Cewad Ocî, Balyozê Îranê yê li Enqereyê Muhemed Hesen Hebîbullahzade û rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinên fermî yên Erdogan û Reîsî de tê çaverêkirin ku ji bilî têkiliyên dualî, mijarên herêmî yên wekî geşedanên dawî yên li Xezeyê, aloziyên li Îraq, Sûriye, Qafqasya, Efxanistan û Ukraynayê bên gotûbêjkirin.

8emîn Civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Îran-Tirkiyeyê bi beşdariya Reîsî û Erdogan tê sazkirin û serokkomarên her du welatan dê daxuyaniyeke hevbeş bidin çapemeniyê.

Di vê serdanê de serokkomarên Îran û Tirkiyeyê beşdarî civîna hevbeş a karsazên her du welatan jî dibin.

Serdana Reîsî du caran hatibû taloqkirin.

Piştî destpêkirina şerê Xezeyê civînên di navbera serokên welatên herêmê de zêde bûbûn.

Civînên Konseya Hevkariya Asta Bilind a Îran-Tirkiyeyê ji sala 2014an ve di navbera her du welatan de tên kirin.

Civîna herî dawî 18ê Tîrmeha 2022yan bi beşdariya Serokkomarê Tirkiyeyê li Tehrana hatibû kirin.

Ji wê demê ve dihat pêşbînîkirin ku Reîsî biçe Tirkiyeyê lê ew serdan pêk nedihat û bi berdewamî dihat taloqkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst