'We biryar daye herêmeke Tirkiyeyê bibe Kurdistan?'

23 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Umît Ozdag Abdullah Ocalan PKK Kurdistan Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag li ser gotinên Bahçelî yên derbarê Ocalan de got, "We biryar daye ku herêmeke Tirkiyeyê bibe Kurdistan?"

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî gotibû ku bila Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive.

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag li navenda partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û li ser gotinên Devlet Bahçelî daxuyaniyek da.

Umît Ozdag di daxuyaniyê de got:

"Birêz Bahçelî tê fahmkirin we biryar daye ku Tirkiyeyê biguherînin. Hûn dê heta kû derê biguherînin?

Hûn dê çi bidin Ocalan? We biryar daye çi tiştên ku yên xelkê Tirk, miletê Tirk in dewrî Ocalan bikin?

Di daxuyaniya xwe ya bêdeb de daxuyaniyeke ku tê wateya, em biryara şer didin da.

Rêberê rêxistinê Ocalan êdî di rêxistinê de ne xwediyê desthilatdariya rastîn e lê ji ber ku damezrînerê rêxistinê ye desthilateke wî ya sembolîk heye.

Hûn li bendê ne Ocalan çi bibêje? Hûn li bendê ne ku bibêje, çekên xwe dayînin, em aştiyê bikin?

Berê hûn ji miletê Tirk re îtiraf bikin. Ji bo ku axaftinê bike we çi daye Ocalan?

Ozgur Ozel dibêje, Devlet Beg, ez jî dewletê teklîfî Kurdan dikim. Hemû Kurdên ku xwe tam aîd hîs nakin, ez teklîf dikim ku bibin xwediyê Komara Tirkiyeyê.

Ez ji Erdogan, Bahçelî, Ozel dipirsim, we çi tiştê ku aîdî miletê Tirk e teklîfî Ocalan kiriye?

We biryar daye çi bidin? We biryar daye ku herêmeke Tirkiyeyê bibe Kurdistan?

We biryar daye ku zimanê fermî yê dewletê biguherînin?

We biryar daye Tirkiyeyeke federal ava bikin?

We biryar daye li Rojhilat û Başûrrohilatê Anatolyayê Kurdistaneke xweser ava bikin?

Ocalan di berdêla wê de çi dide we? Divê hûn vê yekê ji miletê Tirk re eşkere bikin.

Ev ne karekî wisa ye ku hema bi axaftinên li parlamentoyê were çareserkirin.

We çi tavîz dan Ocalan? Dê Ocalan pêkhateya PKKya Sûriyeyê, YPGya ku ji 140 hezar kesî pêk tê hilweşîne?

An jî hûn dê destûrê bibin Ocalan ne ku tenê li Tirkiyeyê li Sûriyeyê jî dewletê ava bike?"

"Tiştekî wisa ne ku teklîf, xeyal jî nayêkirin"

Li aliyê din, Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan jî bertek nîşanî Serokê MHPyê Devlet Bahçelî da.

Fatîh Erbakan li ser gotinên Bahçelî yên “Bila Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive" got:

"Tiştekî wisa ne ku teklîf, xeyal jî nayêkirin.

Eger li mixatabekî digerin, nûnerê Kurdan serokê rêxistina terorê nîne, partiyên siyasî, saziyên civak sivîl, rûspî û welatiyên me yên li herêmê ne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst