DEM Partî gihîşt Îmraliyê: Hevdîtina bi Ocalan re dest pê kir

28-12-2024
RÛDAW
Nîşan HSD Ferhad Şamî Bendava Tişrînê DEM Partî Girava Îmraliyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeya DEM Partiyê gihîşt Girava Îmraliyê û dest bi hevdîtina bi Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan re kir.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ji Rûdawê re ragihand ku şandeya partiya wan a ku ji Sirri Surreya Onder û Pervîn Buldanê pêk tê çûye Girava Îmraliyê.

Hat ragihandin ku hevdîtina Sirri Sureya Onder û Pervîn Buldanê ya bi Abdullah Ocalan re dest pê kiriye.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kir ku ji bo hevdîtina li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Surreya Onder û Pervîn Buldan çûne Îmraliyê.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç doh ji Ajansa Fermî ya Tirkiyeyê re ragihandibû, wan rê daye ku şandeya DEM Partiyê biçe serdana Girava Îmraliyê û bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re hevdîtinekê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst