DOZA KOBANIYÊ – ‘Yên ku li DAIŞê xwedî derketin dê winda bikin’

23-05-2024
Abdulselam Akinci
Protestoya li Amedê / Wêne: Rûdaw
Protestoya li Amedê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Doza Kobaniyê Biryar Amed Protesto
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Biryarên Doza Kobaniyê li Amedê bi dirûşma “DAIŞ têk çû, yên ku li DAIŞê xwedî derketin dê winda bikin” hatin protestokirin.

Çalakî bi beşdarîya Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, hevserokên DBPyê, nûner û saziyên DBP û DEM Partiyê hat lidarxistin.

Di çalakiyê de wêneyên girtîyên dozê hatin rakirin û çalakvanan biryarên Doza Kobaniyê û cezakirina sîyasetmedarên Kurd bi dirûşman protesto kirin.

Li hêla din, pankarta “DAIŞ têk çû, yên ku li DAIŞê xwedî derdikevin dê winda bikin” hat bilindkirin.

Çalakvanekî da zanîn ku biryarên dozê sûdê nagihînin kesî û got, “Ne ji Tirkan re ne jî ji Kurdan re, ji ti kesî re fêdeya vê zihnîyetê tune”

“Em fedayê wî ne”

Çalakvanekî din wiha axivî:

“Heta ku cezayê Silhedîn Demîrtaş danexin em hemû fedayê Silhedîn başqan in.

Em fedayê wî ne, em fedayê wî ne. Em derketina wî dixwazin û em cezayê wî protesto dikin.

Em cezayê wî qebûl nakin, nakin, nakin.”

Meşa çalakvanan ji ber avahîya DBPyê heta Qada Stasyonê nêzîkî 2 kîlometrayan dewam kir.

Çalakî bi axaftina Tulay Hatîmogullariyê xelas bû û carinan di navbera polîs û xwepêşanderan de alozî derketin.

“Em van biryaran nas nakin hevalno”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li ser kiryarên DAIŞê axivî û wê got:

“Ji ber ku em li hemberî DAIŞa ku kujer bu, tecawizkar bû, ticarê însanan bû, jin direvandin û li bazara difirotin bi berxwedaneke xurt û demokratîk têkoşiyan li beramberî me kumpasa Kobaniyê hat sazkirin.

Ji ber wê jî ti hikmê wan biryaran nîne ku di Doza Kumpasê ya Kobaniyê de hatine standin.

Em van biryaran nas nakin hevalno! Em nas nakin.”

Tulay Hatîmogullariyê destnîşan kir ku heta biryarên Doza Kobaniyê bên betalkirin ew dê çalakiyên xwe bidomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst