DOZA KOBANIYÊ – DEM Partî li 3 bajaran derdikeve kolanan

17-05-2024
Nîşan Doza Kobaniyê Ayşegul Dogan DEM Partî Protesto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku ew dê sibe li Amed, Edene û Stenbolê biryarên Doza Kobaniyê protesto bikin. 

Doh li Dadgeha Sîncanê ya Enqereyê rûniştina Doza Kobaniyê hat kirin ku yek ji dozên herî girîng ên siyaseta Bakurê Kurdistanê ye.

Dadgehê bi hinceta 47 tawanên cuda bi giştî 42 sal cezayê zîndanê da hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

Herwiha bi ber hincetên cuda ceza li gelek gelek siyasetmedarên din jî hatin birîn.

Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li enqereyê li ser biryarên Doza Kobaniyê axivî.

Ayşegul Doganê ragihand ku ew dê van biryaran sibe bi dirûşma “Ji bo her kesî demokrasî”yê li Amed, Edene û Stenbolê protesto bikin.

Li gorî ku Ayeşgul Doganê ragihand dê çalakiya li Amedê saet 16:00an û çalakiyên li Edene û Stenbolê jî saet 17:00an dest pê bikin.

“Selahattîn Demîrtaş ne tenê Selahattîn Demîrtaş e”

Berdevka DEM Partiyê destnîşan kir ku ev dozeke siyasî ye û got:

“Bi milyonan kesan dengê xwe daye van siyasetmedaran

Selahattîn Demîrtaş ne tenê Selahattîn Demîrtaş e. Fîgen Yuksekdag ne tenê Fîgen Yuksekdag e.

Her yek ji wan îradeya milyonan e. Hûn nikarin derheqê van siyasetmedaran de bi fermanan biryaran bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst