Hejarî bandoreke nerênî li zarokan dike

22-02-2022
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Hejarî Saziya Şopandina Gel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Saziya Şopandina Gel a ser bi Wezareta Xizmetguzariyên Civakî û Malbatê ya Tirkiyê hejariya ku li 6.3 milyon malên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heye bandoreke nerênî li hezaran zarokên nav wan malan dike. Bi awayekî hejmara zarokên ku malbatên wan nikarin pêdiviyên wan ên sereke yên jiyanê dabîn bikin gihiştiye derdora 150 hezar zarokan.

Saziya Şopandina Gel a ser bi Wezareta Xizmetguzariyên Civakî û Malbatê ya Tirkiyê amarên sala 2021ê yên taybet bi rewşa zarokên ku malbatên wan nikarin pêdiviyên wan ên sereke dabîn bikin û ji bo vê yekê serî li alîkariyên dewletê dane belav kirin.

Li gor wan amaran hejmarara zarokên malbatên wan nikarin pêdiviyên wan sereke yên jiyanê bi tena serê xwe dabîn bikin, gihiştiye nêzîka 150 hezar zarokan. Ew amar ku sala 2020ê 129 hezar û 422 zarok bûn, sala 2021ê gehiştine 141 hezar û 275 zarokan.

Saziya Şopandina Gel ragihand ku di sala 2021ê de serlêdanên malbatên ên derbarê “ xwegehandina zarokan bo dersên online û bêkariya malbatan” ên li ser malpera wê saziyê ya taybet bi zarokan de zêde bûne.

Li Tirkiyê piraniya malbatên hejar ên nikarin li zarokên xwe binêrin, zarokên xwe radestî saziyên dewletê dikin, daku li wan binêrin. Lê hinek caran ji bo ku ew prose bi awayekî tendirûst temam bibe dewlet heta demekê di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Aborî û Civakî de alîkariyê dide malbatan daku li malê li zarokên xwe binêrin.

Wezareta Xizmetguzariyên Civakî û Malbatê ya Tirkiyê dibêje, di sala 2021ê de li cem malbatên wan piştgirî dane 141 hezar û 275 zarokan. Li gor amaran di sala 2021ê de li gor salek berî wê hejmara zarokên bi vî rangî li cem malbatan piştgiriya wan hatiye kirin bi rêjeya ji %9  12 hezar zarok zêde bûne ku ev jî hejmareke zêde ye. Di demekê de ku heman hejmar di sala 2020ê de 129 hezar û 422 zarok bûn.

Wezareta Xizmetguzariyên Civakî û Malbatê ya Tirkiyê pêşbînî dike di salên pêş de hejmara zarokên ku di Çarçoveya Bernameya Piştgiriya Aborî û Civakî de li cem malbatên wan piştgiriya aborî bo wan bê dayîn zêdetir bibe.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rewşa aborî her diçe xirabtir dibe û hejarî zêdetir dibe. Ev yek jî bandoroke nerênî li zarokan dike û beşek ji malbatan nikarin pêdiviyên sereke yên zarokên xwe dabîn bikin. Herwiha hejmareke zêde ya zarokan jî neçar dimînin di temenê xwe yê zaroktiyê de kar bikin. Li gor Daneyên Saziya Amaran a Tirkiyê li seranaserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 720 hezar zarokên karker ên di navbera temenên 5 heta 17 salî de hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst