Komeleyên bajarên Bakur piştevaniyê li dersa bijarte ya Kurdî dikin

22-01-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Ew komele ji malbatan dixwazin ku zarokên xwe bişînin dersa Kurdî
Ew komele ji malbatan dixwazin ku zarokên xwe bişînin dersa Kurdî
Nîşan Dersa Kurdî Komeleyên Bakurê Kurdistanê Dersa Bijarte
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Kampanya ji bo hilbijartina waneyên Kurdî li dibistanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam e. Li Enqerê jî komeleyên bajar û navçeyên bajarên Kurdan bangewaziyê li endamên xwe dikin ku ew ji bo zarokên xwe waneyên Kurdî hilbêjêrin.

Li Enqerê hejmareke komeleyên bajarên Bakurê Kurdistanê hene. Komeleyên Bajarên Bakurê Kurdistanê jî piştigiriya kampanya hilbijartina zimanê Kurdî dikin. Rêveberên wan komeleyan endamên xwe agahdar dikin ku ew biçin heta 7ê meha 2 li dibistanan ji zarokên xwe re dersa Kurdî hilbijêrin.

Sekretekê Giştî yê Komeleya Navçeya Bayîzaxa Arîf Zeray dibêje: “Em îro zêdetirî 100 salin daxwaza mafê xwendina zimanê xwe dikin, lê bi salane ev mafê me hatiyeqedexe kirin. em dixwazin weke gelên din bi zimanê xwe perwerde bibînin. Em dixwazin biçin li dibistanan navên zarokên xwe ji bo dersên kurdî tomar bikin.”

Bîlal Yapilmiş endamê yek ji komeleyên bajar û navçeyên Kurdan e. Wî tevî çend hevalên xwe ji bo beşdariya kapanyaya hilbijartina waneyên kurdî platformek ava kiriye ku hewil didin xwe bigehînin Kurdên enqe.

Endamê Platforma Enqerê Bîlal Yapilmiş jî got: “Armanca me ya ji avakirina vê platformê ew e ku em ziman, çand, huner û kevneşopiyên welatê xwe bînin ziman. Daxwaza me ji gelê me ye ku herkes ji zimanê xwe hişyar be, Ji bo me ziman pir girîng e. Ji ber ku zimanê me tine bibe êdî di destê me de tiştek namîne.”

Bangewaziyên komeleyên Kurdan ên li Enqerê encamên xwe jî didin. Beşek hemwelatî bi saya wan xebatan li ser hilbijartina waneyên kurdî hatine agahdar kirin û ew dê ji bo zarokên xwe waneyên Kurdî bihelbijêrin.

Hemwelatî karsaz Lokman Aydogan jî got: “Xebat û kedeke pir hêja hatiye kirin. Gelê me hişyar bûye û zarokên xwe bo dersa kurdî tomar dikin. Heta kampanya ew qas xweş hate meşandin ku êdî ne tenê komele û partî û sazî belku xelk bixwe jî li malên xwe kampanyayê didin destpêkirin.”

Li dibistanên Tirkiyê û Bakurê Burdistanê malbat dikarin heta 7ê meha 2 ji bo zarokên xwe waneyên Kurdî bihilbijêrin. Ji blî komeleyên bajarên Kurdan sendîka, partiyên siyasî û aliyên peywendîdar jî bang ji xelkî dikin ku ew waneyên kurdî bihilbijêrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst