SAMSUN - Lehiyê li karkerên demsalî xist: ‘Em mexdûrên erdhejê ne jî!’

26-08-2024
RÛDAW
Konên karkerên demsalî yên ku di bin avê de man/Wêne: AA
Konên karkerên demsalî yên ku di bin avê de man/Wêne: AA
Nîşan Karkerên Demsalî Dîlok Samsun Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di nava du rojan de li çend parêzgehên Tirkiyeyê baraneke gur bariya û lehî rabû, gelek kes mexdûr bûn.

Konên karkerên demsalî yên ji parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ku ji bo berhevkirina findiqan çûbûn Samsunê di bin avê de man.

Karkerên ku par erdhejê li malên wan da vê carê jî ji ber lehiyê tevî zarokên xwe li derve man.

Karkera demsalî Zekiye Gezîciyê li ser rewşa ku dijî got:

“Konên me di bin avê de man, em perîşan bûn.

Em mexdûrên erdhejê ne jî.”

Karker dibêjin ew 20 roj in li wir in lê wan ji ber baranê nikariye bixebitin.

Ew niha di rewşeke xirab de ne û pereyê wan ê ku pê vegerin bajarên xwe jî bi wan re nemane.

Karker ki rayedaran daxwaza alîkariyê dikin.

“Cihekî ku em lê bimînin nîne”

Karkerê demsalî Bariş Gezîcî jî anî ziman:

“Tevî jin û zarokan em li vir mexdûr bûne.

Me dê xwarin çêkira, konê me di bin avê de ma û em perîşan bûne.

Ev 15-20 roj in em li vir in. Em tenê 2-3 rojan xebitîne, me pereyê wê jî wernegirtiye.

Niha pereyê ku em pê nan bikirin jî nîne. Cihekî ku em lê bimînin nîne.

Her tiştê me di bin avê de ma û tiştekî me nemaye.”

Şêniyê Samsunê Omer Denîz jî li ser rewşa karkerên demsalî got:

“Konên ku karkerên damsalî tê de bûn rûbirûyî metirsiyeke mezin bûn.

Konên wan li kêleka çem bûn. Dema baran bariya û av bilind bû, konên wan di bin avê de man.”

Salane bi deh hezaran karkerên demsalî ji ber hejariyê û bêkariyê ji bajarên Bakurê Kurdistanê neçar dimînin havînan berê xwe bidin bajarên Tirkiyeyê.

Ew li wir di bin konan de dimînin û di bax û baxçeyan de dixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst