Bav û kur dê piştî 12 salan hev bidîta: ‘Nebû qismet!’

26-08-2024
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Aksaray Herêma Kurdistanê Koye Bav û Kur
A+ A-

Aksaray (Rûdaw) - Li parêzgeha Aksarayê ya Tirkiyeyê di qezayeke trafîkê de 2 kesên ji Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dabû û 3 kes jî birîndar bûbûn.

Roja 24ê Tebaxê li ser otobana di navbera Enqere û Nîgdeyê de otomobîla ku Hogir Hesen Ebas diajot ji kontrolê derket û li hesinê kêleka rê qelibî.

Li gorî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê qeza ji ber leza zêde û baranê çêbûye.

Piştî qezayê tîmên tenduristiyê yên ku çûn cihê bûyerê birîndar birin nexweşxaneyan.

Tevî midaxeleya doktoran jî welatiya Brîtanî Jennifer Bogdan û Mihemed Ednan Osmanê ji navçeya Koyeyê ya Hewlêrê canê xwe ji dest da.

Rewşa şofêr Hogir Hesen Ebas giran e û ew li Nexweşxaneya Aksarayê di beşa çavdêriya hûr de tê dermankirin.

Rewşa zarokên Hogir û Jenniferê Ramîra û Ramî baş e.

Bavê Mihemed Ednan Osmanê ku canê xwe ji dest da ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku ew dê piştî 12 salan bigihîşta kurê xwe lê ew niha cenazeyê kurê xwe dibe.

Malbata Ebasiyan a ku welatiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê bûn piştî serdana Koyeyê ji bo gerê berê xwe dabû Tirkiyeyê.

Mihemed Ednan Osman jî hevalê wan bû û xwestibû bi wan re biçe bavê xwe yê ku li Kirşehîrê dixebite bibîne.

Ednan Osmanê ku bi kelecan li bendê bû piştî 12 salan bigihêje kurê xwe Mihemed Ednan Osman bi şîn û girî ji morga Nexweşxaneya Aksarayê, cenazeyê kurê xwe derxist û ber bi Koyeyê ve bir.

Bavê Mihemed, Ednan Osman hestên xwe anîn zimên û got:

“Piştî 12 salan dihat cem min lê min ew nedît, nebû qismet. Şikir ji Xwedê re.”

Roja 24ê Tebaxê danê êvarê li ser otobana di navbera Enqere û Nîgdeyê de otomobîla ku Hogir Hesen Ebasê 37 salî diajot ji rê derket û li hesinê kêleka rê ket.

Li gorî salixdayîna hêzên ewlehiyê ku dîmenên qezayê li ber destê wan hene qeza ji ber leza zêde û baranê çêbûye.

“Kemerên xwe girê nedane”

Hevalê Mihemed Ednan Osman, Aram Xurşîd jî da zanîn:

“Qezaya ku rû daye bi rastî gelekî ne xweş e. Em çûn ser wê otomobîlê û cendirme dibêjin ji ber leza zêde bûye.

Leza wê herî kêm 240-260 kîlometre bûye û bi ser de li wê herêmê baraneke zêde jî bariyaye, bi wê lezê qulibiye.

2 zarokên wan jî bi wan re bûne ku wan kemerên xwe girê dabûne.”

Di qezayê de tevî şofêr, hevjîna wî ya ku bi eslê xwe Macar e û welatiya Brîtanyayê ye Jennifer Bogdana 29 salî, zarokên wan Ramîra Ebasa 9 salî û Ramî Ebasê 5 salî û Mihemed Ednan Osmanê 25 salî birîndar bûn.

Hevalê Mihemed Ednan Osman, Dilêr Çemçemalî jî got:

“Mihemed hevalê min bû, Kek Ednan jî hevalê hevalekî min e, qezayekê rû daye.

Em nizanin çawa bûye lê bi qasî ku me çû û dît wan kemerên xwe girê nedane.”

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûbûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan birin nexweşxaneyên Aksaray û Kirşehîrê.

Li nexweşxaneyên Aksaray û Kirşehîrê tevî midaxeleya doktoran jî Jennifer Bogdan û Mihemed Ednan Osman canê xwe ji dest da.

Rewşa tenduristiyê ya şofêrê birîndar Hogir Hesen Ebas giran e û ew niha li Nexweşxaneya Aksarayê di beşa çavdêriya hûr de tê dermankirin lê rewşa her du zarokên wî baş e. 

Li aliyê din, derbarê qezayê de lêpirsîna fermandariya cendirmeyê ya Aksarayê berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst