Parlamenterê HUDA PARê piştgirî da parlamenterê DEM Partiyê

13-02-2024
RÛDAW
Nîşan Kurdî Serkan Ramanli Sînan Çîftyurek Dersa Bijarte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli piştgirî da parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çêftyurek û got, “Mijara ziman, nexasim Zimanê Kurdî ser partiyan re ye. Ji bo vê banga we, ez we pîroz dikim.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek bangî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê kir ku dema hilbijartina dersên bijarte heta 20ê Sibata 2024an dirêj bike.

Çîftyurek di mijara Kurdî de rexne li partiya desthilatê AK Partiyê girt û got:

“Mixabin ji aliyekê ve AKP dibêje, hûn dibînin, min mafê dersên hilbijartî daye û ez asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî radikim.

Li aliyê din, astengiyên mezin ên li dibistanan di derbarê dersên bijarte yên zimanê Kurdî jî tên afirandin, paşguhkirin. Em vê helwesta dualî ya AK Partiyê şermezar dikin.”

“Dersên bijarte pirsgirêka Kurd çareser nake”

Çîftyurek herwiha ji bo dersên bijarte bangî malbatên Kurd kir û got:

“Dersên bijarte pirsgirêka Kurd çareser nake. Lê dîsa jî gavekî girîng e. Werin em vê gavê biavêjin.

Di serî da banga me ji gelê me re, eger gaveke piçûk be jî ji bo zarokên xwe Kurdî wek zimanê dayikê hilbijêrin û serî lê bidin.”

“Ez we pîroz dikim”

Parlamenterê HUD PARê yê Êlihê Serkan Ramanli jî li ser hesabê xwe yê Xê piştgirî da Sînan Çîftyurek û wiha got:

“Mijara ziman, nexasim Zimanê Kurdî ser partiyan re ye. Ji bo vê banga we, ez we pîroz dikim rêzdar Sînan Çîftyurek.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst