Sînan Çîftyurek ji bo dersên Kurdî bangî malbatên Kurd kir

12-02-2024
RÛDAW
Nîşan Dersa Kurdî Sînan Çîftyurek Zimanê Kurdî Dersa Bijarte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek bangî Wezareta Perwerdeyê ya ya Tirkiyeyê kir ku dema hilbijartina dersên bijarte heta 20ê Sibata 2024an dirêj bike.

Dema hilbijartina dersên bijarte ku Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî jî di nav de ne îro 12ê bi dawî dibe.

Sînan Çîftyurek îro li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê dersên bijarte yên Kurmancî û Kirmanckî civîneke çapemeniyê li dar xist.

Çîftyurek diyar kir ku ji bo hilbijartina dersên bijarte 12 roj têrê nakin û divê wezaret dema wê dirêj bike.

Çîftyurek di mijara Kurdî de rexne li partiya desthilatê AK Partiyê girt û got:

“Mixabin ji aliyekê ve AKP dibêje, hûn dibînin, min mafê dersên hilbijartî daye û ez asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî radikim.

Li aliyê din, astengiyên mezin ên li dibistanan di derbarê dersên bijarte yên zimanê Kurdî jî tên afirandin, paşguhkirin. Em vê helwesta dualî ya AK Partiyê şermezar dikin.”

Çîftyurek herwiha ji bo dersên bijarte bangî malbatên Kurdan kir û got:

“Di serî da banga me ji gelê me re, eger gaveke piçûk be jî ji bo zarokên xwe Kurdî wek zimanê dayikê hilbijêrin û serî lê bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst