Ramanli: Kurdî hilbijêrin da ku hikûmet mecbûr bimîne mamosteyan tayîn bike

09-02-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Serkan Ramanli Êlih Kurdî Dersa Kurdî Mamosteyên Kurdî HUDA PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli li ser hilbijartinan dersên Kurdî û tayinkirina mamosteyên Kurdî got, “Em dersên Kurdî hilbijêrin da ku ew hewcedarî jî derkeve holê ku hikûmet jî mecbûr bimîne mamosteyan tayîn bike.”

Herwiha Ramanli da zanîn ku dê serlêdana dersên Kurdî heta 19ê Sibatê bên dirêjkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarde yên ku di sala perwerdeyê ya 2024-2025an de li dibistanên amadeyî bên dayîn 30ê Kanûna Paşînê dest pê kir.

Serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî dê heta 12ê Sibatê berdewam bikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kampanyaya dersa bijarde ya Kurdî her ku diçe gurtir dibe.

Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li Êlih û Amedê bi awayekî hevdem ji bo hilbijartina dersa Kurdî çalakî li dar xistin.

Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê û Berbijêrê Şaredariya Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli li ser armanca çalakiyên ji bo hilbijartina dersa Kurdî bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci da.

“Her ku diçe zimanê me jî winda dibe, ev birîneke kûr e”

Serkan Ramanli, behsa xebatên partiya xwe yên ji bo dersên Kurdî û armanca çalakiya xwe wiha anî ziman:

“Her ku diçe zimanê me jî winda dibe, zarokên me bi zimanê xwe nizanin, dê û bav li malê jî bi zimanê me naaxivin. Ev birîneke me ya kûr e.”

“Dê heta 19ê Sibatê bê dirêjkirin”

Ramanli diyar kir ku herçend beriya 2 mehan wan ji bo hilbijartina dersên Kurdî amadehiyên xwe kiribin jî ji ber derengmayina destpêkirina kampanyayê xwe rexne kir û wiha pê de çû:

“Me dest bi amadehyan kiribûn ku em îsal ji hilbijartina dersa zimanê Kurdî kampanyayekê çêbikin lê ev yek bi derengî çêbû. Ji ber ku Wezareta Perwerdeyê tarîx dereng îlan kir.

Ji bo me demeke kin e. Me pirs kir û bi Wezareta Perwerdeyê re hevdîtinek jî çêkir.

Hêviya me ew e ku îro an roja duşemê ev dem bê dirêjkirin. Li gorî agahiyên ku me girtinê dê heta 19ê Sibatê berdewam bibe.

Lê heta niha tiştekî fermî nehatiye diyarkirin. Em hêvîdar in ku ev dem jî bê dirêjkirin.”

Ramanli li ser hevdîtina xwe ya ji bo dirêjkirina serlêdanên dersên bijarde ya bi Wezareta Perwerdeyê re wiha anî ziman:

“Me ji Wezareta Perwerdeyê re got hefteyek kêm e, heta ku em mirovan agahdar bikin wan hişyar bikin, wê dem derbas bibe û dereng bikeve, ev dem ji me re hindik e.

Wan jî got em serwext in, em jî niyet dikin ku heta 19ê Sibatê dema wê dirêj bikin û heta 19ê Sibatê jî welatiyên me bikaribin van dersan tercîh bikin.”

“Hilbijartin tên telafîkirin lê telafiya windabûna ziman nîne”

Li aliyê din Ramanli ji bo hilbijartina dersa Kurdî bangî hemû siyasetmedar û saziyên Kurdan kir û wiha got, “Hûn jî dizanin ev serê 2 salan e saziyên wekî HezKurd û DilKurdê xebatên baş û girîng dikin.

Lê em jî dibêjin lazim e siyasetmedar tev bi hev re xwedî li vî karî derkevin, ev kar ne karê partiyan e, karê hemû partiyên gelê Kurd û Kurdistanê ye.

Lazim e em tev xwedî li zimanê xwe derkevin. Ev ser siyasetê re ye. Hilbijartin tên diçin, serkeftin jî heye, têkçûn jî heye, telafiya wê jî mimkûn e lê telafiya windabûna zimên nîne.”

Bangî gelê Kurd kir

Serkan Ramanli bi rêya Rûdawê ji bo hilbijartina dersa Kurdî wiha bangî gelê Kurd kir:

“Fikra wan çi dibe bila bibe, dil dabin kîjan partiyê bila bidinê bila li zimanê xwe xwedî derkevin.”

Astengiyên li ber dersên Kurdî û mamosteyên Kurdî

Li ser astengiyên buroktatîk ên li pêşiya dersên Kurdî û xebatên xwe yên ji tayînkirina mamosteyên Kurdî jî Serkan Ramanli wiha axivî:

“Ji berê ve jî me van hêviyên xwe ji Serokkomar re dianî ziman. 2-3 mehan berê min bi xwe bi Wezîrê Perwerdeyê re hevdîtinek kir û min vê daxwaza xwe jî anî ziman.

Wan jî digot ev projeya me ye ku her kes zimanê xwe bizanibe, binivîsîne û bixwîne. Ev bi dilê me ye lê çiqasî bê tercîhkirin dê li gorî wê mamoste bên tayînkirin. Li gorî budçeya me jî ev astengî hene."

“Bila hikûmet jî mecbûr bimîne mamosteyan tayîn bike”

Em jî dibêjin ji aliyekî ve em dixwazin kadroyên tayînkirina mamosteyan jî zêde bibin lê li aliyê din jî em tercîhên xwe yên dê û bavan jî zêde bikin da ku ew hewcedarî derkeve holê ku hikûmet jî mecbûr bimîne mamosteyan tayîn bike.”

Armanc 100 hezar xwendekar

Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê û Berbijêrê Şaredariya Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli tekez kir îsal armanca wan a bi van kampanyayan ew e ku 100 hezar xwendekar dersên Kurdî hilbijêrin û wiha berdewam kir:

“Me hedefa xwe daniye ser 100 hezarî. Înşalah em dê bigihêjin wê hejmarê. Ez vê hêviyê jî ji gelê xwe dikim wê zêdetirî 100 hezar kesan van dersan tercîh bikin.

Ez dixwazim dîsa dubare bikim, ev mesele ne meseleya siyasetê ye, ne meseleya hilbijartinan e, ev ziman zimanê me tevan e.

Yên ku dil dabin DEM Partî, AK Partî, HUDA PARê jî heta yên ku dil dabin CHPyê jî herçî Kurd bin, lazim e xwedî li zimanê xwe derkevin. Ziman ê me tevan e. Înşalah wê gelê me van dersan tercîh bike.”

Dersa bijarte

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Bingehîn a Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê eger herî kêm 10 xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin, dê dersa Kurdî li dibistanan were dayîn.

Di salên derbasbûyî de yek ji astengiyên li pêşiya dersa bijarde ya Kurdî nebûna mamosteyan wekî hincet dihat nîşandan.

Li gorî daxuyaniya wezaretê eger li dibistanekê dersek were hilbijartin û mamosteyê wê dersê li wê dibistanê tinebe, dê ji dibistaneke din mamoste bê dabînkirin. Eger ev jî ne pêkan be dê mamosteyek bi pere were erkdarkirin.

Xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin heta 12 Sibatê bi rêya online an nivîskî serî li dersên Kurdî bidin û hilbijêrin û li ser sîstema e-okulê bê tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst