Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyen û Zimanzan Mikaîl Bulbul têkildarî dersa Kurdî ya bijarte got, “Eger midûrên dibistanan bixwazin bi hêsanî dikarin dersa Kurdî vekin lê ditirsin. Li cihê dersa Kurdî xwendekaran teşwîqê dersa Quranê dikin.”
Mikaîl Bulbul herwiha daxuyaniya DEM Partiyê ya ku gotibû “Em naxwazin enerjiya Kurdan di vê mijarê de xerc bikin” bi bîr xist û helwesta wan rexne kir.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarde yên ku di sala perwerdeyê ya 2024-2025an de li dibistanên amadeyî bên dayîn 30ê Kanûna Paşînê dest pê kir.
Serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî îro bi dawî dibin.
Akademîsyen û Zimanzan Mîkaîl Bulbul li ser dersa Kurdî ya bijarde bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci da.
“Xwedî derketineke baş çêbû”
Bulbul diyar kir ku dersa Kurdî ya bijarde ji sala 2012an ve heye û wiha behs kir:
“3-4 salên dawî germ bûye. Bi kampanyayan, bi dezgehêm sivîl xwedî derketineke baş çêbû.
Ji bo normalîzasyona Kurdî û ji bo haya malbatan çêbibe, ev gelekî biqîmet e.
Çend sal berê rapirsiyek hebû, ji sedî 30 haya malbatan jê hebû ji sedî 70ê jî haya malbatan jê nebû. Bi xebatên 3-4 salan ev guherî. Ango piraniya malbatan nedizanîn.
Em dikarin bêjin bi xêra kampanyayên televîzyonan, dezgehên sivîl ên ziman û heta astekî yên siyasî jî haya însanan jê çêdibe.”
“Helwesta malbatan lawaz e”
Zimanzan Mîkaîl Bulbul bal kişand li ser kêmbûna hilbijartina dersa Kurdî û got:
“Gelek sedemên vê hene. Ya yekem jî helwesta malbatan di meseleya ziman de lawaz e.
Ev jî proseyeke encama siyaseta sed salî ye.
Zimanzanekî navdar ê bi navê David Crystal heye dibêje; ‘Piştî ku asîmlasyon û polîtîkayên wê bigihêje radeyekî êdî malbat bi girseyî dikare zimanê serdest qebûl bike. Dê di hindirê xwe de hezim bikin û fêrî zarokên xwe bikin.’
Em hemû baş dizanin ji dawiya Osmaniyan heta îro û di 30 – 40 salên dawî de asîmlayon bi şiklekî pêşiya Kurdî da girtin.
Niha jî sedema ku 25 hezar (hejmara xwendekarên dersa Kurdî ya bijarte hilbijartine) xuya dike astengiyên ku dewlet derdixe pêşiya Kurdî ye.
Wekî nimûne em bêjin teşwîq nakin lê dersa Quranê, siyer û jiyana pêxember li ber Kurdî datînin û berê (xwendekaran) jî didin van dersan.
Midûrên dibistanan jî gelek caran ji ber rîskên polîtîk naxwazin. Serlêdan çêdibin bi rastî.
“Ditirsin!”
Sala çûyî min daxwazname da. Li dibistana ku min daxwazaname dayê 2 zarokên min lê dixwînin lê (dersa Kurdî) venebû. Wekî ku kesê daxwazname nedabe nîşan didin.
Midûrên dibistanan eger bixwazin pir bi hêsanî dikarin vekin lê gelek ji wan ditirsin.
Carna amîrên jortirê wan, wan tembîh dikin. Dibêjin bila foksa Kurdî venebe. Ango dixwazin siyerê û dersa Quranê ji zarokan re vekin.
Çend rapirsî li ser ziman çêbûne. Min li hemûyan temaşe kir. Daxwaza gel ji sedî 80 heta 85 - 90 kêm nebûye.
Gel dixwaze dersa Kurdî li dibistanan hebe lê daxwaz bi awayekî piratîkî renkvedana wê çênabe.
“Helwesta partiyên siyasî bandor li proseyê dike”
Rast e, helwesta siyasetê ango nêrîneke neyênî bandorê li ser vê prosesê dike.
Wekî mînak; beriya çend rojan daxuyaniya partiya siyasî ya DEMê hebû. Gotibûn em naxwazin enerjiya Kurdan di vê mijarê de xerc bikin. Bi me ev helwesteke ne baş e.
Hîna gelek kes dibêjin piştî ku statûya Kurdan çêbû ji xwe meseleyên ziman çareser dibin. Ev îdolojiyeke neyînî ye.
Ez vê bi zelalî bibêjim derdorên siyasî bi awayekî xurt xwedî li vê meseleyê dernakevin. Teşwîq nakin naxwazin. Ev tiştekî nebaş e.
Dersa Kurdî ya bijarde ya ku li polên 5 – 6- 7- 8an tê dayîn encama berxwedana Kurdan bû. Çima xwedî lê dernakevin?
Ev tişt hêdî hêdî çêdibin.
Ji 2012an heta niha wek amar 260 hezar zarok dersên Kurdî dîtine. Çi xirabî di vê de heye?
Wateya wê çiye? Wateya wê ew e ku ew tişta di serê Kurdan de, ew hişmendiya bê prestîj, armancên bênirxkirina ziman û bênirxkirina Kurdî, bi dersên Kurdî radibin.
Derûniya zarokan normalîze dibe, ziman normalîze dibe.”
Dersa bijarte
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Bingehîn a Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê eger herî kêm 10 xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin, dê dersa Kurdî li dibistanan were dayîn.
Di salên derbasbûyî de yek ji astengiyên li pêşiya dersa bijarde ya Kurdî nebûna mamosteyan wekî hincet dihat nîşandan.
Li gorî daxuyaniya wezaretê eger li dibistanekê dersek were hilbijartin û mamosteyê wê dersê li wê dibistanê tinebe, dê ji dibistaneke din mamoste bê dabînkirin. Eger ev jî ne pêkan be dê mamosteyek bi pere were erkdarkirin.
Xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin heta 12 Sibatê bi rêya online an nivîskî serî li dersên Kurdî bidin û hilbijêrin û li ser sîstema e-okulê bê tomarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse