Erdogan Newroz pîroz kir

21-03-2024
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erdogan ji bo merasîma Newrozê peyamek belav kir û di peyama xwe de ragihand ew hêvî dike Newroz bibe wesîleya xêrê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Cejna Newrozê li ser hesabê xwe yê tora civakî yê Xê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe de got:

“Ez cejna Nevruzê ya miletê me û hemû xwişk û birayên me yên li erdnîgariya me ku kêfxweşiya wê dikin, pîroz dikim.

Ez hêvî dikim ku Newroza ku ji Asyaya Navîn heta Balkanan li herêmeke berfireh bi hêviyên nû tê pîrozkirin, bibe wesîleya xêrê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst