Ozgur Demîrtaş piştî mirina Reîsî wêneyê Jîna Emîniyê parve kir

20-05-2024
RÛDAW
Nîşan Ozgur Demîrtaş Jîna Emînî Îbrahîm Reîsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Aborînas Prof. Dr. Ozgur Demirtaş piştî mirîna Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî wêneyê keça Kurd Jîna Emîniyê parve kir.

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev duh li ser sînorê Îran û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Ji ber ketina helîkopterê Îbrahîm Reîsî, Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest dabû.

Aborînas Prof. Dr. Ozgur Demîrtaş jî piştî vê bûyerê îro li ser hesabê xwe yê Xê wêneyê Jîna Emîniyê parve kir.

Demîrtaş li jêr wêneyê Jîna Emîniyê wiha nivîsî:

“Xwedê dîsa rehma xwe lê bike.

Di nav aramiyê de biraze…”

Şoreşa Jîna Emîniyê

Polîsê Îrşadê yên Îranê 13ê Îlona 2022yan li Tehranê bi hinceta pabendî yasaya hîcabê nebûye şkence li keça Kurd Jîna Emîniyê kiribû.

Jîna Emînî piştî şkenceyê li nexweşxaneyeke Tehranê canê xwe ji dest dabû.

Piştî mirina Jîna Emîniyê li seranserî bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanan dest pê kiribû ku ji aliyê gelek medyayên cîhanê ve wekî “Şoreşa Jînayê” hatibû binavkirin.

Xwepêşandanên Şoreşa Jînayê zêdetirî salekê berdewam kir.

Li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pevçûn di navbera hêzên ewlehiya Îranê û xwepêşanderan de derketin.

Li gorî rêxistina Mafên Mirov Mirovan a Kurdistanê di xwepêşandanên Şoreşa Jîna de 537 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 10 hezar kesan jî hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst