Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin

20-02-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Esenyurt Stenbol Bahar Karataş Fatih Ergun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê yên navçeya Esenyurtê ya Stenbolê bi biryara dadgehê hatin girtin.

Îro demjimêrên berê sibehê hevserokên navçeya Esenyurtê ya Stenbolê Bahar Karataş û Fatih Ergun, di operasyonekê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yê Tirkiyeyê ve bi hinceta “propagandaya terorê” li avahiya DEM Partiyê ya Esenyurtê hatibûn desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê piştî karûbarên îfadeyê bi daxwaza girtinê Karataş û Ergun şandin dadgehê.

Li gorî ajansa fermi ya Tirkiyeyê dadgehê biryara girtina Karataş û Ergun daye.

Herwiha hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li avahiya DEM Partiyê ya Esenyurtê di operasyonê dest danîbûn ser çend pirtûk, kovar û kompûteran.

Hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst