Stenbol: Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê de girt

18-11-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol DEM Partî Biserdegirtin Esenyurt Polîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsan bi ser avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Esenyurtê ya Stenbolê de girt û deriyê avahiyê bi zorê hat şikandin.

Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmen û peyamek belav kirin û ragihand ku polîsan bi ser avahiya wan de girtiye.

"Desthilat dixwaze partiya me sûcdar nîşan bide lê ew bi xwe sûcdar e"

Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê di peyamê de da zanîn ku bêyî hişyarî bê dayîn deriyê avahiyê bi zorê hatiye şikandin û polîsan li avahiyê lêgerîn kiriye û got:

"Desthilata ku bi van êrîşan dixwaze partiya me wekî sûcdar nîşan bide bi xwe sûcdar e.

Li hemberî desthilata ku xwe bi alozî û êrişan xwedî dike em dê li her qadê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin."

Hat ragihandin ku piştî biserdegirtina avahiyê hatiye xwestin Hevserokên Rêxistina DEM Partiyê yên Esenyurtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan ji bo îfadedayînê biçin Rêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê.

DEM Partiyê 16ê Çiriya Paşîn bi armanca protestokirina qeyûman li navçeyê xwepêşandanek saz kiribû û gelek kes beşdarî bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst