AFAD: 41 hezar û 20 kesan canê xwe ji dest dane

20-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, heta niha di erdheja Mereşê de li 11 bajaran 41 hezar û 20 kesan canê xwe ji dest dane.

AFADê, îro Yekşemê 19ê Sibata 2023ê amarên nû yên erdheja Mereşê, ku bandor li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir, eşkere kirin. AFADê got, “Heta niha di erdheja Mereşê de 41 hezar û 20 kesan canê xwe jidest dane.”

AFAD dibêje, piştî erdheja Mereşê 6 hezar û 212 erdhejên paşekî çêbûne û niha li herêmên erdhejê tevî yên navdewletî 19 hezar û 436 karmendên rizgarkirinê û 12 hezar û 681 makîneyên kar û otombîl dixebitin. Herwiha li herêmên erdhejê tevî yên navdewletî heta niha 216 hezar û 166 kon hatine vedan.

Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê bandor li Mereş, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî, Hatay, Osmaniye, Xarpêt, Kilîs, Edene û Amedê kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst