Li ser Ekrem Îmamoglu dest bi lêpirsînê hat kirin

20-01-2025
Nîşan Ekrem Îmamoglu Lêpirsîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu dest bi lêpirsînê hat kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku lêpirsînê ji ber axaftina ku îro kiriye dest pê kiriye.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê diyar kir ku axaftinên Îmamoglu yên derbarê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek û malbata wî rengê gefxwarinê didin û lêpirsîna resen dest pê kiriye.

Îmamoglû çi gotibû?

Ekrem Îmamoglû îro di panela bi navê "Hiqûqa Modern û Siyasîbûna Dadgehê" de axaftinek kir û got:

"Heman aqil behsa heybetê dike.

Bi awayekî bêperwa parve dikin ku çawa birêvebirin û darizandin tevlihev bûne û fermanan ji kê distînin, hakimên hemû hûrgiliyan in û di tûrikê wan de ne (Erdogan gotibû tivirên gir hîn di tûrik de ne), delîleke ji vê şênbertir jî nabe.”

“Armanca te ew e ku tu çavê gel bitirsînî”

Îmamoglû bangî Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek kir û got:

"Tu ji bo îfadeyê bangî Cem Aydîn dikî. Êrişî mala wî dikî. Armanca te ew e ku tu çavê gel bitirsînî.

Ez ji te re dibêjim Serdozger. Em dê wî aqilê ku te îdare dike ji hişê vî miletî derxin da ku kesek li deriyê zarokên te nexe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst