Îmamoglu li ser Abdullah Zeydan daxuyaniyek belav kir

02-04-2024
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu Abdullah Zeydan Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ekrem Îmamoglu got, “Nedana mazbataya namzedê DEM Partiyê nenaskirina îradeya gelê Wanê ye."

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bûbû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an, wekî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat hilbijartin û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Lê Abdulahat Arvasê ku 27,15ê dengan standibûn mazbata wergirt.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser nedana mazbataya Zeydan daxuyaniyek belav kir.

“Rêzê li îradeya gel bigirin”

Îmamoglu got, “Nîşandana hinceta biryareke ku hemû mafnas ne qanûnî dibînin, nedana mazbataya namzedê DEM Partiyê yê ku wekî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye hilbijartin nenaskirina îradeya gelê Wanê ye.

Ev nayê qebûlkirin. Li dijî hilbijartinên ku bi biryarên darazê yên bi armanca siyasî tên têkdan divê em hemû bi hev re nerazîbûnê nîşan bidin û xwedî li demokrasiyê derkevin.

Serdestiya îradeya netewî yek ji nirxên bingehîn ên Komara me ye.

Ez bangî hikûmet û heyetên dadgehê dikim ku dev ji helwestên salên dawî berdin û rêzê li îradeya gel bigirin ku îradeya rastîn û herî mezin e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst