Li Îzmîrê 35 kesên beşdarî Newrozê bûbûn hatin desteserkirin

19-03-2024
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Newroz DEM Partî Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmîrê piştî şahiya Newrozê 35 kes hatin desteserkirin.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) doh li Meydana Gundogduyê ya Îzmîrê şahiya Newrozê li dar xistibû.

Parêzgariya Îzmîrê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê 35 kesên ku slogan avêtinê bi hinceta propagandaya rêxistinê hatine desteserkirin.

Polîsan ew 35 kes ji bo kar û barên îfadewergirtinê birine navenda ewlehiyê.

Li Îzmîr û Mêrsînê 16 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin.

Li aliyê din li Parêzgehên Îzmîr û Mêrsînê yên Tirkiyeyê 16 kes hatin desteserkirin.

Li Îzmîrê 5 welatiyên Sûriyeyê bi hinceta “endambûn û propagandaya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG)” hatin desteserkirin.

Herwiha hêzên ewlehiyê îro berê sibehê li Mêrsînê jî bi ser gelek malan de girt û 11 kes bi heman hincetê desteser kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst