Newroz li bajarên Tirkiyeyê jî bi coşeke mezin hat pîrozkirin

23-03-2025
RÛDAW
Nîşan Newroz Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kurdan ku li bajarên Tirkiyeyê dijîn bi girseyî Newroz pîroz kir.

Li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê ku bajarê herî mezin ê sêyem e pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin.

Li 9 bajarên Tirkiyeyê doh Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Wekî bajarên Bakurê Kurdistanê li bajarên Tirkiyeyê jî îsal pîrozbahiyên Newrozê di nava aramî û kêfxweşiyê de derbas bûn.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaşê li Îzmîrê bal kişande ser pêvajoya nû û tecrîda li ser Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaşê anî ziman:

“Divê êdî ev êş bi dawî bibin. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.

Rêya bingehîn a bihevrejiyanê avakirina demokrasiyê ye.

Em bi gelên Tirkiyeyê re, bi hemû kesan re di nava vê tekoşînê de ne û em dê berdewam di nav de bin.”

Li Mêrsînê jî ku hejmareke zêde ya Kurdên ji Bakurê Kurdistanê lê dijîn Newroz bi qerebalixiyeke zêde hat pîrozkirin.

Berdevka DEM Partiyê li Mêrsînê bû û di rojeva wê de jî pêvajoya çareseriyê hebû.

Li navçeya Daricayê ya parêzgeha Kocaeliyê jî şahiya Newrozê hebû û Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu rewşa girtiyên di zîndanan de anî ziman.

“Tirkiye bi vî aqilî bi ser nakeve”

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu da zanîn:

“Bi zilmê mirovan di zîndanan de digirin.

Bi hezaran ciwan di zîndanan de ne, bi hezaran girtiyên nexweş di zîndanan de ne, bi hezaran siyasetmedar di zîndanan de ne.

Hûn bi vî aqilî nikarin biçin cihekî. Ez îro li Daricaya Kocaeliyê bangî Enqereyê û berpirsan dikim.

Tirkiye bi vî aqilî bi ser nakeve.”

Îro jî di serî de li bajarên mezin ên Tirkiyeyê Stenbol, Enqere û Bursayê dê li 19 navendan Newroz were pîrozkirin û şahiyên Newrozê yên ji aliyê DEM Partiyê ve li 89 navendan hatibûn sazkirin bi dawî dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst